Nasnameyên 2 gerîlayan hatin eşkerekirin

16-07-2025
Nîşan HPG Nasname Gerîla
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 2 gerîlayên Êzidî eşkere kirin ku li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê diyar kir ku gerîlayên bi nasnavên Arîn Ararat û Cîger Qîranî di demên cuda de canê xwe ji dest daye û ji malbatên wan re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameyên her du gerîlayan wiha ne:

Arîn Ararat: Navê wê yê fermî Rana Qehtan Elî ye. Ew ji Şingalê ye, navê dêya wê Sînem û navê bavê wê Qehtan Elî ye. Kanûna Pêşîn a 2021ê canê xwe ji dest daye.

Cîger Qîranî: Navê wî yê fermî Tarik Ziyad Xelef e. Ew ji Şingalê ye. Navê dêya wî Wethê û navê bavê wî Ziyad e. Nîsana 2019an canê xwe ji dest daye.

Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir ku Arîn Ararat 2015an û Cîger Qîranî jî 2016an tevlî refên gerîlayan bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst