Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li Hacibektaşê got, "Em dê li dijî zaliman bisekinin.”
Ozgur Ozel, li navçeya Hacibektaşê ya Nevşehîrê beşdarî merasîmên bîranîna Hacî Bektaş Welî bû.
Serokê Giştî yê CHPyê di merasîmê de axaftinek kir û got, "Em di rêyeke dijwar de ne. Em dê li dijî zaliman û yên ku li şûna edaletê li pey berjewendiyên xwe ne bisekinin.
Em dê dostaniyê biparêzin lê ti carî ji rêya xwe venegerin."
"Çareserî bi qenciya partiyan nabe"
Ozel li ser xebatên komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê jî axivî û got, "Heger çareseriyek hebe, ew dê ne bi qenciya partiyekê lê bi baweriya vî miletî ya bi aştî û biratiyê pêk were.”
Serokê CHPyê diyar kir ku wan pakêteke demokratîkbûnê ya ji 29 xalan pêk tê pêşkêşî komîsyonê kiriye, ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Elewiyan xalên girîng dihewîne.
"Cemxane îbadetgeh in"
Ozgur Ozel daxwazên Elewiyan jî anî zimên û got, "Bêguman cemxane îbadetgeh in û divê ev pirsgirêk bi lez were çareserkirin.
Mixabin yên ku duh mexdûr bûn, îro bûne zalim. Em soz didin ku em dê ti carî nebin zalim."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse