Li jorê ji aliyê çepeê ve Nûjiyan Sîncar û Doga Pîrdogan li jêr ji aliyê çepê Delîl Şengal, Azad Zîlan û Azad Zîlan / Wêne: HPG-Rûdaw
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 5 gerîlayên ku li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Nûjiyan Sîncar, Doga Pîrdogan, Delîl Şengal, Azad Zîlan û Azad Zîlan canê xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê da zanîn ku her 5 gerîlayan jî li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê di êrişên hêzên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her 5 gerîlayan bi vî rengî ne:
Nûjiyan Sîncar: Navê wê yê fermî Xalîde Reşo ye û li Şingalê ji dayîk bûye û 6ê Tebaxa 2019an li Gareyê canê xwe ji dest daye.
Doga Pîrdogan: Navê wê yê fermî Dara Qasim e û li Şingalê ji dayîk bûye û 13ê Îlona 2021ê li Gareyê canê xwe ji dest daye.
Delîl Şengal: Navê wî yê fermî Abdulrezak Tirkî Eweyt e û li Şingalê ji dayîk bûye û 11ê Tebaxa 2023yan li Metînayê canê xwe ji dest daye.
Azad Zîlan: Navê wî yê fermî Cûma Îbrahîm Casim e û li Şingalê ji dayîk bûye û 13ê Adara 2020î li Metînayê canê xwe ji dest daye.
Şêrhat Zeko: Navê wî yê fermî Rakan Muhammed Huseyn e û li Şingalê ji dayîk bûye û 29ê Nîsana 2019an li Gareyê canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse