Nêçîrvan Barzanî: Xiristiyan pêkhateyên resen ên Kurdistanê ne

16-10-2025
RÛDAW
Nîşan Ignatius Aphrem II Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Patrîkê Dêra Ortodoks a Suryaniyan Patrîk Mar Ignatius Aphrem II û heyeta pê re pêşwazî kir.

Komeke qeşe, metran û zanayên dînî yên Xiristiyan ên ji seranserê cîhanê di nav heyetê de bûn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Heyeta mêvan armanca serdana xwe aşkere kir û got ku ew ji bo vekirina du dêran hatine Hewlêr û Dihokê.

Li gorî daxuyaniya Herêma Kurdistanê heyetê ji bo piştgiriya wan a li Xiristiyanan spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê kirin.  

Heyetê ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê ya di dema şerê DAIŞê de spasiya Herêma Kurdistanê kir.

Heyeta mêvan her wiha pesnê çanda bihevrejiyanê ya li Herêma Kurdistanê da.

Li aliyê din, Nêçîrvan Barzanî jî got, "Kurdistan welatê me hemûyan e û em bi çanda xwe ya bihevrejiyanê serbilind in."

Wî da zanîn ku Herêma Kurdistanê dê her tim vê çanda hevqebûlkirin û pirrengiyê biparêze û bi pêş bixe.

Serokê Herêma Kurdistanê got, "Xiristiyan pêkhateyeke resen ên vî welatî ne û divê hemû kes di erk û mafan de wekhev bin."

Di civînê de her wiha behsa rewşa dêrê û şopînerên wê yên li Îraq, Kurdistanê hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst