Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê sibe dê biçe serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi Hevserokên Şaredariyê Serra Bucak û Dogan Hatun re bicive.
Parlamentoya Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê roja înê biçin serdana Amedê.
Li gorî daxuyaniyê, şande dê bi welatî, xwendekar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl re bicive û guh bide wan.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî bi daxuyaniyekê serdan piştrast kir û got:
"Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş û endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê yên pê re dê werin serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun."
Hat ragihandin ku serdan dê roja înê saet 14:00an li avahiya şaredariyê pêk were.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse