Serokê Herêma Kurdistanê û Konsulê Macaristanê li hev civiyan

16-11-2025
RÛDAW
Nîşan Tivadar Geregely Takacs Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Macaristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Konsulê nû yê Macaristanê yê Herêma Kurdistanê Tivadar Geregely Takacs pêşwazî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê ji ber destbikarbûnê Tivadar Geregely Takacs pîroz kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê ji Konsulê Macaristanê yê Hewlêrê re xwest û piştgiriya tam a aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wî nîşan da.

Her du aliyan di civînê de behsa awayên bihêzkirina pêwendiyên Macaristan û Herêma Kurdistanê kir.

Di vê çarçoveyê de teqezî li ser wan sektoran hat kirin ku derfetên berfirehkirina hevkariya hevbeş tê de hene.

Her wiha di beşeke din a hevdîtinê de behsa serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Îraqê û encamên wê hat kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst