18 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

17-01-2025
Nîşan Bakurê Kurdistanê Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 4 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 18 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin.

Li parêzgeha Yalovayê ya Tirkiyeyê û li parêzgehên Riha, Şirnex û Amedê yên Bakurê Kurdistanê “operasyonek” hat kirin ku navenda wê Riha bû.

Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê li van 4 parêzgehan “operasyonên” hevwext hatin kirin.

18 kes bi hinceta “çalakiyên çekdarî” û “alîkarî û propagandeya rêxistinê” hatin desteserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li aliyekî diyaloga “pêvajoya çareseriyê” heye û li aliyê din qeyûm û desteserkirin berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst