Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Tetwanê Mumîn Erol bi hinceta "heqareta li Serokkomar" hat desteserkirin.
Hevserokê şaredariya navçeya Tetwanê ya parêzgeha Bedlîsê yê DEM Partiyê Mumîn Erol bi îdiaya "heqareta li Serokkomarê Tirkiyeyê" hat desteserkirin.
Hêzên ewlehiyê Mumîn Erol li avahiya şaredariyê desteser kir û ew bir birêvebiriya ewlehiyê.
Piştî ku Mumîn Erol mazbata xwe wergirt û dest bi kar kir, wêneya Erdogan ji odeya xwe ya fermî daxist û ji ber vê yekê bi hinceta "heqareta li serokkomar" derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin.
Erol meha hezîranê ji bo îfadeyê hatibû vexwendin.
Li aliyê din Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li ser desteserkirina Mumîn Erol ji Rûdawê re got:
“Zanyariyên zelal nînin komisyona me ya hiquqê dişopine em heta niha nizanin hevserokê me yê Şaredarîya Tetwanê çima hatiye desteserkirin.”
Mumîn Erol ku ji lîsteya DEM Partiyê beşdarî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê bûbû, ji sedî 48,52yê dengan bi dest xistibû û hilbijartin qezenc kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse