Nêçîrvan Barzanî û Qalîbaf: Ji bo bipêşvebirina pêwendiyên Hewlêr û Tehranê derfet hene

07-05-2024
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Baqir Qalîbaf / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Baqir Qalîbaf / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mihemed Baqir Qalîbaf Tehran Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf diyar kir ku ji bo alîkarî û hevkariyên di navbera her du aliyan de û bipêşvebirina pêwendiyan derfetên zêdetir hene.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendineke fermî li Îranê ye.

Nêçîrvan Barzanî doh bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan, Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî û Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiyê ya Niştimanî ya Îranê Elî Ekber Ehmediyan re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê îro jî li Tehranê bi Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re hevdîtinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Barzanî û Qalîbaf behsa “derfet û rêyên bipêşvebirina pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê” kiriye û got:

“Her du aliyan behsa girîngiya hebûna pêwendiyên baş ên li ser bingeha cîrantiya baş û berjewendiyên hevpar ên Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kir.”

Serokatiyê diyar kir ku mijarên wekî, “Bazirganî, aborî, hilberîn, çandinî, geştyarî, çand, perwerde” û gelek mijarên din hatine rojeva Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Baqir Qalîbaf.

Barzanî û Qalîbaf diyar kir ku ji bo alîkarî û hevkariyên di navbera her du aliyan de û bipêşvebirina pêwendiyan derfetên zêdetir hene û ji bo vê yekê jî divê aliyên pêwendîdar ên Hewlêr û Tehranê zêdetir hewl bidin.

Li gorî daxuyaniyê, “Rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê” û  “pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê” ji di vê hevdîtinê de hatine nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst