Li Colemêrgê dê û kur bi hev re ketin ezmûna YKSê

17-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê Emîne Tekçe ya 48 salî ku çar zarokên wê hene li heman dibistanê bi kurê xwe re ket Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind (YKS).

Emîne Tekçe ya li Taxa Karşiyakayê dijî û ji ber sedemên curbecur dibistana seretayî di pola 5an de terikand, piştî zewacê biryar da ku xwendina xwe bidomîne.

Tekçe ya ku çar zarokên wê hene 7 sal berê ji derva de dest bi xwendina xwe kir û bawernameya dibistana navîn û lîseyê wergirt.

Emîne Tekçe ku dixweza beşa Îahiyattê bixwîne ji bo zanîngehî xwe amade kir û li Lîseya Fenê bi kurê xwe Mazlum yê 28 salî re ket ezmûna beşa ewil a YKSê.

Tekçe diyar kir ku bila encamên ezmûnê ji bo her kesî bi xêr bin û wiha got, "Berê zêde keç nedidan xwendin. Di dilê min de jî mabû. Loma min xwest bixwînim. Ez kêfxweş im û dixwazim Fakulteya Îlahiyatê bixwînim. Min ji derve bawernameya dibistana navîn û lîseyê wergirt."

Mazlum Tekçe jî destnîşan kir bi branşên sporê yên curbecur re eleqedar dibe û got ku ew dixwaze beşeke li ser turîzmê bixwîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst