Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku ew dê îro li Tehrana paytexta Îranê, li ser armancên stratejîk êrişên girîng li dar bixin.
Wezîrê Parastinê Israel Katz bajarê Herzliyayê yê ku vê sibehê mûşekên balîstîk ên Îranê lê ketibûn ziyaret kir.
Katz li cihê ku mûşek lê ketibûn daxuyaniyek da çapemeniyê.
Katz diyar ku Tehrana paytexta Îranê "tije tesîsên nukleerî ne ku dê di nêzîk de bên tunekirin."
Katz her wiha got ku balafirên şer ên Îsraîlê dê îro li Tehranê êrişî "armanc û binesaziya rejîmê ya gelek girîng û stratejîk" bikin.
Wezîr Katz, bi îdiaya ku Hêzên Hewayî yên Îsraîlê li Tehranê serdestiya asmanî bi dest xistiye, anî ziman ku ew dê li paytextê zêdetirî 10 armancên nukleerî tune bikin.
Tesîsa Nukleer a Fordoyê
Katz ragihand ku mijara êrişa li ser Tesîsa Nukleer a Fordoyê, ya ku li parêzgeha Qumê di kûrahiya çiyayekî de hatiye avakirin, "teqez dê were nirxandin."
Li aliyê din ve, derbarê pirsa gelo Amerîkayê dê beşdarî êrişên ku di 13ê Hezîranê de dest pê kiribûn bibe an na, Katz wiha got:
"Amerîka dostekî hêja ye, niha di parastina me ya li dijî hin êrişan de alîkariya me dike û em ji bo vê yekê spasiya wan dikin.
Biryarên Serokê Amerêkayê, biryarên Amerîkayê ne û em dê rêzê li her cure biryarê bigirin."
Şerê Îran û Îsraîlê
Îsraîlê 13ê Hezîranê, di serî de tesîsên nukleerî yên li bajarên cuda yên Îranê, êrişên berfireh li ser fermandariya payebilind a artêşê jî lidar xist.
Hat ragihandin ku di êrişan de Sererkanê Îranê, Fermandarê Giştî yê SupayaPasdarên, hin fermandarên payebilind û 9 zanyarên nukleerî hatine kuştin, û hejmara giştî ya qurbaniyên sivîl jî herî kêm 224 kes e.
Her wiha hat ragihandin ku di êrişa tolhildanê ya artêşa Îranê de ku bi mûşekên balîstîk li dijî Îsraîlê pêk anî, herî kêm 24 kes hatine kuştin û zêdetirî 500 kes jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse