Ocalan: Divê hevdîtinên di navbera Kurdan û Şamê de bên bilezkirin

17-06-2025
RÛDAW
Nîşan Omer Ocalan Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj û hevdîtinên di navbera Kurdan û hikûmeta Şamê de giran dimeşin û got, "Divê lez ji bo van gotûbêjan bê dayîn."

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalanê ku bi helkefta Cejna Qurbanê 7ê Hezîranê li girtîgeha Îmraliyê  serdana apê xwe û Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan kiribû, naveroka hevdîtinê eşkere kir.

Omer Ocalan derbarê hevdîtinê de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û ragihand ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de analîzeke berfireh li ser siyaseta Tirkiye û Sûriyeyê kiriye.

"Pêwîst e DEM Partî li her derê konferans û civînan li dar bixe"

Omer Ocalan ragihand ku Abdullah Ocalan diyar kiriye ku deriyê siyaseta demokratîk ji bo DEM Partiyê vedibe û gotiye:

"Pêwîst e DEM Partî li her derê konferans û civînan li dar bixe. Kesên di van civînan de diaxivin, divê ew kes bin ku baş ji paradîgmaya me fêm dikin.

Divê ji gel nêrîn bên wergirtin û parvekirin. Êdî pêwîst e li Deryaya Reş jî rêjeya dengên DEM Partiyê zêde bibe.

Ji bo ku DEM Partî siyaseteke berfireh û giştgir bike, gelek derfet derketine holê."

"Karker êdî nikarin debara xwe bikin"

Abdullah Ocalan amaje bi krîza aborî ya li Tirkiyê jî daye û gotiye, "Li hemû Tirkiyeyê krîzeke aborî û hejarî heye.

Karker êdî nikarin debara xwe bikin. Divê DEM Partî li ser van mijaran bisekine û hêza xwe li her derê zêde bike."

Omer Ocalan ragihand ku Rêberê PKKyê diyar kiriye ku eger DEM Partî rêjeya dengên xwe bigihîne ji sedî 20, dê bibe şirîka desthilatê û gotiye:

"Eger hûn wek DEM Partî bigihîjin benda ji sedî 20ê dengan, li vî welatî desthilatdar hûn in.

Hûn dikarin gelek tiştan biguherînin. Hûn dibin şirîkê desthilatê. Ji bo vê yekê, divê hûn potansiyela xwe veguherînin dengan.

Bi siyaseteke demokratîk, dengên DEM Partiyê ji sedî 20 derbas dibin. Wê demê li Rojhilata Navîn siyaseteke bi bandortir tê kirin.”

Li gorî gotina Parlamenterê DEM Partiyê, Abdullah  Ocalan DEM Partiyê analîz dike û di wê baweriyê de ye ku divê hewldanên dîplomatîk ên bêencam bên guhertin û gotiye:

"Di siyasetê de dubarekirin nabe. Di siyasetê de guherîn û veguherîn heye.

Divê ev guherîn û veguherîn hem di partiyê de hem jî di siyasetmedaran de çêbibe."

Sûriye û Rojavayê Kurdistanê

Parlamenterê DEM Partiyê herwiha da zanîn ku Abdullah Ocalan behsa gotûbêjên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakurrojhilatê Sûryeyê û Hikûmeta Şamê de jî kiriye û gotiye ku ev hevdîtin giran dimeşin û divê bên lezkirin.

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di hevdîtina bi Omer Ocalan de diyar kiriye ku li Rojavayê Kurdistanê  gotûbêj û hevdîtinên di navbera Kurdan û hikûmeta Şamê de giran û sist dimeşin û gotiye:

"Divê ev gotûbêje  bên bi lezkirin. Dibe ku di pêşerojê de li Sûriyê du hikûmet derkevin holê. Ji bo me girîng e ku li ser bingeha mafên demokratîk, Sûriyeyeke bihêz hebe.

Pêwîst e bi Sûriyeyeke demokratîk re hewldanên dîplomatîk bên bilezkirin. Şam ji aliyekê ve nûneratiya oldariyê dike, lê navenda demokratîkbûnê Reqa ye.

Divê di bin sîwana demokrasiyê de yekîtî derkeve pêş. Divê lez ji bo xebatên li Rojava tên kirin bê dayîn. Ti sûda dîplomasiyeke ku giran û sist dimeşe ji bo kesê nîne."

Omer Ocalan di dawiyê de diyar kir ku wan di hevdîtinê de behsa gefên li ser Kurdan jî kiriye û Abdullah Ocalan gotiye, "Eger gefek hebe, pêwîst e mirov li hemberî wê hişyar be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst