Hewlêr (Rûdaw) - Abdullah Ocalan ji Konferansa Ronakbîriyê ya Şingalê re peyameke nivîskî şand.
Ocalan di peyama xwe de got, “Îro roj têkoşîna ku Êzidî dimeşînin, ji bo me hemûyan rê nîşan dide” û li pey çû:
“Dengê wan, dengê kesên azadîxwaz e. Ji ber vê, parastina gele Êzidî li ser esasê parastina cewherî de, xwedîlêderketina wijdana mirovahiyê ye.
Mafê herî xwezayî ya Êzidiyan e ku ji xwe re pergaleke ava bikin da ku karibin bi azadî, bi nasname û bi baweriya xwe bijîn.”
“Ferman êdî bi dawî bûne”
Ocalan diyar kir ku êdî ferman bi dawî bûne û anî zimê:
“Bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku em bi pêş dixin re, êdî ferman dê bi ser wan de neyê.
Ferman êdî bi dawî bûne. Hebûna wan, ji bo her kesekî ku li vê coxrafyayê aştî, xwişk û biratiyê dixwaze, mijara rûmetê ye."
Li gorî nûçeya ANFyê, peyama Ocalan a ji bo Konferansa Şingalê wiha ye:
"Beriya her tiştî, ez we li ser navê hevrêyên xwe yên ku li vê derê ne silav dikim, di xebatên we de serkeftinê dixwazim.
Dîrok tenê behsa paşerojê nake, êşên ku hatine jîyîn, berxwedan û heqîqetê jî di nav xwe de dihewîne.
Gelê Êzidî, yek ji ragirên herî qedîm û herî bi rûmet ê vê heqîqetê ye. Êzidiyên ku xwedî yek ji baweriyên destpêkê yên Mezopotamyayê ne, bi hezaran sal in li hemberî zext, koçberkirina bi darê zorê û tunehesibandinê hebûna xwe parastiye.
Êzdayetî, ji baweriyek û kevneşopiyekê zêdetir e. Jiyana aştiyane ya bi xwezayê re û pîroz dîtina ruhberan ji xwe re esas digire. Ji ber vê ye ku pergalên zordar her dem Êzidî ji xwe re xeter dîtine. Ji ber ku Êzidiyan şopên jiyana azad û wekhev heya roja me anîne.
Dema bi zilmên mezin re rû bi rû man, Êzidiyan bi paş ve gav neavêt, wan xwe spart çiyayên Kurdistanê, xwe bi dîroka xwe û bi baweriya azadiyê ve pêça.
Hat xwestin ku bawerî û zimanê wan were qedexekirin lê wan çanda xwe dan jiyandin. Dema xwestin werin tunekirin jî ji xweliya xwe ji nû ve ji dayik bûn.
Jinên Êzidî pêşengên esas ên vê têkoşînê ne. Ew bûn hedefa êrişên herî giran lê ti carî serî netewandin. Bi berxwedana xwe ya li Şingalê, hem ji bo xwe hem ji bo hemû gelan hêviya jiyaneke bi rûmet ji nû ve ava kirin.
Îro roj têkoşîna ku Êzidî dimeşînin, ji bo me hemûyan rê nîşan dide. Dengê wan, dengê kesên azadîxwaz e. Ji ber vê, parastina gele Êzidî li ser esasê parastina cewherî de, xwedîlêderketina wijdana mirovahiyê ye.
Mafê herî xwezayî ya Êzidiyan e ku ji xwe re pergaleke ava bikin da ku karibin bi azadî, bi nasname û bi baweriya xwe bijîn. Ne dewletên zordar ne jî ferasetên teng ên qewmperestiyê vî mafî nas dikin. Ev encax li ser esasê wekhevî, xwişk û biratiya gelan, bi pergalekê ku karibin xwe bi rê ve bibin mumkin e.
Pêwîst e herkes vê zanibe gelê Êzidî ne tenê ye. Tevî hemû êşên 73 fermanan jî wan bi berxwedanê xwe gihandiye roja me.
Bi pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a ku em bi pêş dixin re, êdî ferman dê bi ser wan de neyê. Ferman êdî bi dawî bûne. Hebûna wan, ji bo her kesekî ku li vê coxrafyayê aştî, xwişk û biratiyê dixwaze, mijara rûmetê ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse