Hewlêr (Rûdaw) - Qaymeqamê navçeya Teqteqê ya parêzgeha Hewlêrê ragihand ku doh Festîvala Çaremîn a Hejîran hat lidarxistin û 17 hezar geştyaran çûne serdanê.
Festîvala Çaremîn a Hejîran 15ê mehê bi amadebûna Parêzgarê Hewlêrê û bi serpereştiya Desteya Geştûguzariyê dest pê kir.
Qaymeqamê navçeya Teqteqê Aso Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
“Biryar bû festîval 2 rojan bidome lê ji ber eleqeya zêde ya geştyaran, roja yekem hemû berhem hatin firotin û festîval roja duyemîn nehat lidarxistin.”
Zêdetirî 50 cotkaran berhemên xwe di festîvalê de pêşkêş kirin.
Qaymeqamê navçeya Teqteqê Aso Mistefa ragihand:
“Ji bilî hejîran, cara yekem petrolê Şîwaşokê di festîvalê de hat nîşandan û rastî eleqeyeke mezin a geştyaran hat.”
Par di nava du rojan de nêzîkî 10 hezar geştyarî çûbûn serdana festîvalê.
Aso Mistefa anî ziman, “Îsal tenê di rojekê de 17 hezar geştyar hatin û 7 ton hejîr hatin firotin.”
Par li Teqteqê nêzîkî 900 ton hejîr hatibûn hilberandin.
Qaymeqamê navçeya Teqteqê Aso Mistefa her wiha got, “Îsal hezar ton hejîr hatine hilberandin û rojane 50 ton tên firotin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse