Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê agir li maleke di apartmanekê de ket, kesek mir û 14 kes jî ji dûxanê bubandor bûn.
Li taxa Kardelenê parêzgeha Êlihê, ji ber sedemeke ku hîn nehatiye diyarkirin agir bi qata duyemîn a avahiyekê ket.
Welatiyên ku bi şewatê hesiyan agahî dan polîs û tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê û cendirmeyan.
Di şewata ku ji aliyê tîman ve hat vemirandin de hat tespîtkirin ku Abdulmenaf Gornuyê (77) ku di wî xaniyî de dijiya, miriye.
Tîman 14 kesên ku ji dûxanê bibandor bûbûn birin nexweşxaneyên bajêr.
#WÊNE - Li Êlihê agir bi malekê ket
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 17, 2025
Li navenda Êlihê agir bi maleke li apartmanekê ket, kesek mir û 14 kes jî bi jehrê ketin pic.twitter.com/4JeJR5l6yh
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse