Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Partiya Vatanê Ozgur Bursali li Amedê di civîneke çapemeniyê de pêşniyara “yasaya efûyê” ya ji bo gerîlayên PKKyê eşkere kir.
Ozgur Bursali got, "Pêwîst e ew kesê ku sûcê terorê kiriye divê îradeya xwe ya şexsî bi daxwaznameyekê diyar bike, ev ji bo xurtkirina dewleta milî û xurtkirina yekîtiya milet pêwîst e."
Sekreterê Giştî yê Partiya Vatanê Ozgur Bursali, naveroka pêşniyara yasaya efûyê ya ku ji bo gerîlayên PKKyê amade kiriye, li avahiya partiya xwe ya li Amedê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir.
Ozgur Bursali da zanîn ku wan bi navê "Pêşniyara Yasaya Efûyê ya Derbarê Yekbûna Endamên Rêxistina Terorê ya PKKyê ya Fesixbûyî bi Dewlet û Civakê re" pêşniyareke yasayê ya ji 15 xalan pêk tê amade kiriye û wiha domand:
“Hêzên çekdar ên Tirkiyeyê û saziyên ewlehiyê yên Komara Tirkiyeyê, di erkê xwe yê bidawîkirina hebûna rêxistina terorê ya PKKyê û bêbandorkirina terorîstê dawî de serkeftineke dîrokî bi dest xistine.
Ev serkeftina dîrokî, bi xwîna şehîdên me û fedekariyên bêhempa yên xaziyên me pêk hatiye.
Îradeya gelê Tirk a ji bo jiyana bi hev re ya Tirk û Kurdan, di çil salên dawî de ji ezmûneke dîrokî derbas bûye û wekî garantiya yekîtiya milet û welat paşeroja me diyar kiriye.”
“Ocalan tekez dike ku divê biryara fesixkirin û danîna çekan ji bo yekbûna bi dewlet û civakê pêk were.”
Sekreterê Partiya Vatanê Bursali banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê bi bîr anî û got, “Rêberê PKKyê, ji Îmraliyê bi banga xwe ya 27ê Sibata 2025an a bi sernavê ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, ji Kongreya PKKyê xwest ku biryara fesixkirina PKKyê û danîna çekan bide.
Ya herî girîng ew e ku ev biryar bi armanceke stratejîk ve hatiye girêdan.
Ocalan tekez dike ku divê biryara fesixkirin û danîna çekan ji bo yekbûna bi dewlet û civakê re be.”
“Destpêkeke dîrokî ye”
Ozgur Bursali di berdewamiya daxuyaniya xwe de anî zimên ku divê pêvajoya çareseriyê ya ku Tirkiye di bin sernavê "Tirkiyeya bêteror" de bi rê ve dibe, ji armanca diyarkirî wêdetir wekî pêvajoya "Tirkiyeya Yekbûyî" were destnîşankirin û wiha pê de çû:
“Bêguman paqijkirina terorê ji jiyana welêt armanceke girîng e lê yekbûna wan kesên ku tevlî terorê bûne û welatiyên me yên ku di bin kontrola wan de mane bi dewleta Komara Tirkiyeyê û gelê Tirk re armanceke stratejîk e.
Ev yek ji armancên sereke yên bernameya me ya şoreşa milî ya demokratîk e ku ji nîvê sedsala 19an ve berdewam dike.
Ji ber vê sedemê em sernavê yasaya pêşniyarkirî wekî ‘Yasaya Efûyê ya Derbarê Yekbûna Endamên Rêxistina Terorê ya PKKyê ya Fesixbûyî bi Dewlet û Civakê re’ diyar dikin.
Biryara fesixkirina rêxistinê û danîna çekan a ku Kongreya PKKyê di 12ê Gulana 2025an de ji raya giştî re ragihand û merasîma danîna çekan a ku di 11ê Tîrmeha 2025an de li Silêmaniyê hat lidarxistin, di pêvajoya ‘yekbûna endamên PKKyê bi dewleta Komara Tirkiyeyê û Gelê Tirk re’ de destpêkeke dîrokî ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse