Rêyên Îranê bûne goristanên ciwanan: Di her 20 deqeyan de kesek dimire

17-11-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Qezayên Trafîkê Birêvebiriya Polîsê Trafîkê ya Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Birêvebiriya Polîsê Trafîkê ya Îranê amarên nû yên qezayên trafîkê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav kirin.

Li gorî amaran, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di her 20 deqeyan de kesek ji ber qezayên trafîkê canê xwe ji dest dide.

Alîkarê Birêvebirê Polîsê Trafîkê yê Îranê Mihemedbaqir Selîmî ragihand ku li cîhanê qezayên trafîkê sedema nehem a mirinê ne lê li Îranê ev sedem bûye sedema sêyem.

Selîmî got, rojane bi awayekî navînî 550 kes li Îranê ji ber qezayên trafîkê canê xwe ji dest dide û 600 heta 700 kes jî birîndar dibin.

Îsal zêdetirî 20 hezar kes mirine

Li gorî amarên hatine belavkirin, îsal hejmara kesên ku ji ber qezayên trafîkê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest daye dê derkeve ser 20 hezar kesan.

Ev hejmar di salên borî de bi awayekî navînî di navbera 16 û 17 hezar kesan de bû.

Alîkarê Birêvebirê Polîsê Trafîkê yê Îranê diyar kir ku di heft mehên dawî de temenê ji sedî 53yê kesên mirine û birîndar bûne di bin 40 salî re bûye.

Li gorî heman amaran, ji sedî 52yê mirî û birîndaran li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Ji sedî 22yê kesên ku îsal canê xwe ji dest daye şofêrên motorsîkletan û ji sedî 20 jî mêr bûne.

Polîsê Trafîkê yê Îranê da zanîn ku li wî welatî nêzîkî 41 milyon otomobîlên tomarkirî hene û ji sedî 27ê wan kevn û ji kar ketine.

Rêyên xirab, otomobîlên modelên kevn û xemsariya şofêran sedemên sereke yên qezayên trafîkê yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ne.

Her sal li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî 20 hezar kesan di qezayên trafîkê de dimirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst