Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz dike, “aliyên peywendîdar û dezgehên hikûmî, bi lez û bi pileya yekem kar ji bo rizgarkirina canê welatiyan bikin û ya ku pêwîst e bê kirin daku di zûtirîn dem de bi hawara lêqewimiyan ve biçin û hevkariya wan bê kirin.”
Ji şevê din ve li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji ber barîna baraneke zêde lehî rabûye û Parêzgarê Hewlêrê jî îro Înê ji Rûdawê re ragihand, li gor zanyariyên gihîştine wan heta demjimêr 8:00 sibehî 7 kesan ji ber lehiyê û kesekî jî bi sedema birûskê jiyana xwe ji dest daye, lê hêj hejmareke dirist li ber dest nîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo agahdarbûn ji rewşa piştî lehiyê, îro Înê peywendiyeke telefonî li gel Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw pêk anî.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Nêçîrvan Barzanî di vê peywendiya telefoniyê de li gel birêz Omêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê, dûvdaçûn ji bo rewşa wan cihên ser bi parêzgeha Hewlêrê ve kir ku berî sibeha îro ji ber baraneke zêde tûşî lehiyê hatin û di encamê de mixabin hejmarek welatî canê xwe ji dest dan û hejmareke din jî birîndar bûn, ji bilî pêkhatina ziyaneke zêdeyê malî.”
Di daxuyaniyê de tê gotin, “Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî derbirîna hevxemî û sersaxiyê ji bo malbatên qurbaniyan, tekez li wê yekê kir ku aliyên peywendîdar û dezgehên hikûmî, bi lez û bi pileya yekem kar ji bo rizgarkirina canê welatiyan bikin û her çi pêwîste bê kirin ku di zûtirîn dem de bi hawara lêqewimiyan ve biçin û hevkariya wan bê kirin, nexweşxane jî di amadebaşiyeke baş de bin ji bo pêşwazîkirina qurbaniyan û çareserkirina wan.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye, “di vê peywendiya telefonî de Parêzgerê Hewlêrê behsa rewşa cihên ziyanberketiyan kir û behsa proseya hawarçûn û rizgarkirinê û karê tîmên hawarçûnê kir ku her ji destpêka lehiyê ve destbikar bûn û bi hawara lêqewimiyan ve çûn, herwiha tekez kir ku dam û dezgeh û aliyên peywendîdar dixebitin û berdewam dûvdaçûnê ji bo pêşhatan dikin û karê pêwîst dikin.”
Rêveberê Keşnasiya Herêma Kurdistanê, Fazil Îbrahîm jî îro di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, li navenda bajarê Hewlêrê nêzî 59.2 mîlîmetre baran bariye, herwiha li sînorê nahyeya Şemamik zêdeyî 72 mm û li Pîrmamê jî 83 mm baran bariye.
Li aliyekî din Parêzgarê Hewlêrê daxwaz ji hemwelatiyan kir, eger karekî wan ê gelek pêwîst nebe, dernekevin derve û rêyên navxwe û derveyî Hewlêrê bi kar nehînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse