KIRMAŞAN - 4 kes bi gazê bi jehrê ketin, yek ji wan mir

18-12-2025
RÛDAW
Nîşan Kirmaşan Gaza Karbonmonoksîtê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Hawarçûnê ya Pêşwext a Kirmaşanê ragihand ku li Bêstûnê ji ber gaza karbonmonoksîdê 4 kes bi jehrê ketine û kesek ji wan miriye.

Birêvebirê Navenda Hawarçûnê ya Pêşwext a Parêzgeha Kirmaşanê Mesûd Qelespîdî ragihand ku bûyer roja çarşemê li bajarê Bêstûnê yê parêzgeha Kirmaşanê qewimiye.

Li gorî lêkolînên destpêkê, sedema bûyerê danîna şaş a sobeya gazê û nebûna tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst bûye.

Li aliyê din, amarên Saziya Bizîşkiyê ya Dadî ya Îranê metirsîdar in.

Tenê di meha yekem a payîzê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 221 kes bi gaza karbonmonoksîdê bi jehrê ketine.

Her wiha di heman heyamê de 11 kes jî ji ber gaza karbonmonoksîdê mirine.

Bûyerên bijehrîketinê herî zêde li bajarên Sine û Urmiyeyê rû daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst