PWK: Heqareta li Leyla Zanayê êrişa li miletê Kurd e

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Leyla Zana Bursaspor Heqaret PWK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ew heqaret û dijûn şermezar kirin ku di maça Somaspor û Bursasporê de li hemberî Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê hatibûn kirin.

Di maça futbolê ya di navbera Somaspor û Bursasporê de, hinek alîgirên Bursasporê bi dirûşman heqaret û dijûn li siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê kirin.

PWKyê bi daxuyaniyekê ew heqaret û dijûn şermezar kirin.

Di daxuyaniya PWKyê de hat diyarkirin ku di wê maçê de hinek alîgiran dirûşmên tije heqaret berz kirine û ev yek wekî "êrişeke li dijî miletê Kurd" hat pênasekirin.

PWKyê diyar kir ku ev kiryar li dijî exlaq û pîvanên mafên mirovan e û got:

"Ev çêr û heqaretên ku li siyasetmedara Kurd Leyla Zana Xanimê hatine kirin, berhem û nîşana hişmendiya nijadperest e û nîşana hişmendiya dijminatiya Kurdan e."

"Êrişa li dijî jinên Kurd e"

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heqaretên li dijî Leyla Zanayê di heman demê de êrişeke li dijî jinên Kurd e.

PWKyê ew heqaret û kesên ku ev kiryar pêk anîne şermezar kirin û bangî rayedaran kir ku bikevin tevgerê.

PWKyê di dawiya daxuyaniya xwe de bangî rayedarên Tirkiyeyê û Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) kir û wiha got:

"Bi hesasî nêzîkî vê mijarê bibin, helwestê nîşan bidin û demildest tiştên pêwîst pêk bînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst