Li Xarpêtê hostayekî 69 salî kurtanan çêdike: ‘Ev pîşe dê bi min re bimire’

17-12-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê hostayê 69 salî kurtanan çêdike.

Metîn Dalbulê 69 salî, 43 sal in her sibe diçe dikana xwe ya biçûk, şûjinê digire dest xwe û dest bi çêkirina kurtanan dike.

Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê wek hostayê vî karî tenê Metîn Dalbulê maye û di 16 saliya xwe de ji bapîrê xwe fêrî vî karî bûye.

Li Xarpêtê ev pîşe ber bi nemanê ve diçe. Parastina wê tenê li ser milê vî hostayî maye.

“Bi min re dê bimire”

Hostayê çêkirina kurtanan Metîn Dalbul li ser karê got:

“Min li cem bapîrê xwe dest bi vî karî kir û ev nêzîkî 43 salan e ez karê xwe berdewam dikim. Berî bi salan li vê derê 12 esnafên ku ev kar dikirin hebûn lê niha bi tenê mame.

Ez dixwazim şagirtên min hebin, ji bo wê jî pêwîstî bi alîkariya dewletê heye, eger dewlet piştgiriyê nede ev pîşe dê nemîne. Bi min re dê bimire.”

Wî berê rojê kurtanek diqedand. Metîn Dalbul dibêje ji ber ku temenê wî mezin bûye hêza wî ne wek berê ye û ew niha du rojan carê kurtanekî çêdike.

Her kurtanek herî kêm 10 hezar kêlî lê dikevin heta diqede û karekî zehmet e.

Hostayê çêkirina kurtanan Metîn Dalbul herwiha anî ziman:

“Berê dema em 12 esnaf bûn li gundan rê nebûn, her malê ajelê xwe hebûn lê niha ji ber ku li her cihî rê hatine çêkirin kar nemaye.

Tenê li gundên çiyayî yên ku dewaran xwedî dikin, tên ji dewarên xwe re kurtanan dikirin. Ez hewl didim vê pîşeyê berdewam bikim.”

Berî 20 salan li vê parêzgehê salê zêdetirî 600 kurtanên hesp, hêstir û guhdirêjan dihatin çêkirin û firotin lê ew niha salê tenê 200 kurtanan difiroşe.

Ew kurtanên ku çêdike ji parêzgehên Dêrsim, Çewlîg û Meletiyê re jî dişîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst