Hewlêr (Rûdaw) - Pêşkêşkarê navdar ê Rûdawê Renc Sengawî di bernameya "Ligel Renc" de ji bo mexdûrên lehiyê yên li Germiyan, Silêmanî û Kerkûkê kampanyayeke mezin a alîkariyê da destpêkirin.
Di bernameya "Ligel Renc" a Rûdawê de, nêzîkî 7 milyar dînarê Îraqî (5 milyon û 350 hezar dolar) ji bo mexdûrên lehiyê hatin komkirin.
Pêşkêşkarê Rûdawê Renc Sengawî roja yekşemê demjimêr 21:00an di bernameya xwe ya heftane de derket pêşberî temaşevanan û got, “Bernameya îro ne ‘Ligel Renc’ ye, ‘Ligel Xelkê’ ye.”
Piştî ku bername bi dawî bû, xelkê xwest ku Renc Sengawî vegere studyoyê û bernameyê bidomîne.
Di encama du demjimêran de 5 milyar û 887 milyon û 870 hezar dînar hatin komkirin.
Bi milyaran dînar alîkarî hat kirin
Yekem mêvanê bernameyê sermayedarê navdar ê Herêma Kurdistanê Farûq Mela Mistefa bû.
Farûq Mela Mistefa hestên xwe anîn zimên û got, “Hestê min, hestê her welatî û niştimanperwerekî ye ku ji welatê xwe hez dike û di bipêşketinê de alîkar bûye.”
Mela Mistefa diyar kir ku ew milyarek û 200 milyon dînarî dide mexdûrên lehiyê û wiha behsa dîmenên karesatê kir:
“Hemû dîmen nexweş bûn, ya herî nexweş ew bû ku malek ji heriyê hatibû çêkirin û jiyana wan bi xwe ne baş e yan jî yên ku çêlekek an du hebên wan hebûn û lehiyê ew birin.”
Birêvebirê Koma Şirketên Qeywanê Şêx Faxir Şêx Teyib jî di bernameyê de ragihand ku ew milyarek dînarî dibexşîne.
Komeke sermayedaran bi hawara xelkê ve çû
Sermayedar Necmedîn Hecî Miheydîn jî yek ji wan kesan bû ku beşdarî bernameyê bû û 200 milyon dînar bexşand.
Nûnerê Koma Şirketên Helebceyê Botan Bamokî jî 300 milyon dînar pêşkêş kir û got, “Dîmenê alîkariya xwendekaran ku nedikarîn derbas bibin gelekî bandorker bû.”
Şêwirmendê Yasayî yê Koma Şirketên Korekê Hecî Ferman jî 100 milyon dînar bexşand û got:
“Em ji kûrahiya dil ve xemgîn in lê li hemberî karê Xwedê tiştek nayê kirin. Tişta ji destê me tê em dê alîkariya wan malbatan bikin.”
Hunermend Zekeriya Ebdulla jî beşdarî kampanyayê bû û 100 milyon dînar bexşand.
Her wiha hunermend Agrîn Dilşad jî 250 milyon dînar bexşand.
“Navê min eşkere nekin”
Gelek karsaz, hunermend û kesayetiyan amadeyhiya xwe nîşan da ku bi rêya Renc alîkariya xelkê bikin.
Xêrxwazekî 250 milyon dînar bexşand û xwest ku navê wî neyê eşkerekirin.
Welatiyekî din jî 10 milyon dînar bexşand da ku xelk ji bo bavê wî yê nexweş diaya xêrê bike.
Di dema bernameyê de welatiyekî pêwendî bi Renc Sengawî kir û milyonek dolar bexşand bêyî ku navê xwe eşkere bike.
Gelek şirket û kesayetên din jî bi dehan milyon dînar û kel û pelên wekî çîmento û sobeyan bexşandin.
Xwediyê Koma Şirketên Pêncwênê Celal Cemal Pêncwênî ji Îmaratê tevlî bernameyê bû û got, “Ez 400 milyon dînarî dibexşînim û 400 milyonên din jî didim xelkê Pîremegrûnê.”
Roja duyem: Nêzîkî 7 milyar dînar
Renc Sengawî şeva duyem jî nîv demjimêrê derket ser ekranê û bi vî awayî koma giştî ya pereyên ku di du rojan de hatin komkirin gihişt 6 milyar û 887 milyon û 870 hezar dînaran.
Renc Sengawî ragihand ku hemû alîkariyên hatine komkirin, dê bi rêya lijneyeke taybet a Desteya Destpakiyê û Desteya Mafên Mirovan werin belavkirin û bigihin cihê mebestê.
Roja duyem jî sermayedar Merîwan Hecî Cemal 500 milyon dînar, Serdar Feqê Mihemed Zengene 100 milyon dînar, Hîmdad Hemîd 100 milyon dînar û Salar Feqê Mihemed Zengene 100 milyon dînar bexşandin.
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Herêma Kurdistanê Dr. Aram Mihemed Qadir doh çû navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê û alîkarî gihand herêmê.
Dr. Aram Mihemed Qadir nêzîkî 400 milyon dînar alîkarî gihand Çemçemal û Zanîngeha Çermûyê û got:
“Hatina me ya Çemçemalê ji bo piştrastkirina xelkê Çemçemalê ye ku ew li vir ne bi tenê ne û em hemû bi wan re ne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse