Hewlêr (Rûdaw) - Her du kompanyayên Dana Gas û Crescent Petroleumê di çarçoveya Hevpeymaniya Pearl Petroleumê de, 2 milyon dolaran wekî alîkarî ji bo mexdûrê lehiya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê terxan dikin.
Li gorî daxuyaniyeke ku gihîştiye Tora Medyayî ya Rûdawê, wan her du kompanyayan ragihandiye ku ji ber pêla baran û lehiya ku li herêmê rû daye û bûye sedema ziyanên canî û madî, wan biryar daye ku 2 milyon dolaran pêşkêşî malbatên mexdûr bikin.
“Bi hevahengiya hikûmetê tê dabeşkirin”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev alîkarî dê bi hevahengiya tam a li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Çavkaniyên Sirûştî were dabeşkirin da ku barê giran ê karesatê were sivikkirin.
Birêvebirê Giştî yê Kompanyaya Dana Gasê yê li Îraqê Şakir Wacîd Şakir got:
"Wekî hestkirina bi berpirsyariya mirovî û niştimanî, me ev destpêşxerî kir da ku em di vê rewşa dijwar de li kêleka xelkê Çemçemalê bin û em ji bo derbaskirina vê qeyrana mirovî kar dikin."
Kampanyaya Rûdawê nêzîkî 6 milyar dînar kom kirin
Şeva borî Tora Medyayî ya Rûdawê bi rêya bernameya "Legel Renc" a ku Pêşkêşkarê navdar Renj Sengawî pêşkêş dike, kampanyayeke mezin a alîkariyê ragihandibû.
Di kampanyayê de ji bo mexdûrê lehiya Germiyan, Silêmanî û Kerkûkê 5 milyar û 887 milyon dînar hatin komkirin.
7ê Kanûna Pêşîn a 2025an pêleke baranê li Başûrê Kurdistanê dest pê kiribû û 3 rojan berdewam kiribû.
Di encamê de li beşekî Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê û derdora wê lehî rabûbû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse