Îro Roja Alaya Kurdistanê ye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Roja Alaya Kurdistanê Komara Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro ji rojan Roja Alaya Kurdistanê ye.

Her sal 17ê Kanûna Pêşîn wekî Roja Alaya Kurdistanê tê pîrozkirin.

Dîroknas dibêjin, Alaya Kurdistanê, destpêkê li Bakurê Kurdistanê û pişt re ji aliyê Partiya Hîwayê ve li Başûrê Kurdistanê sala 1930î hatiye bilindkirin.

Pisporê dîrokê Azad Ubêd li ser Roja Alaya Kurdistanê gotibû:

“Alaya Kurdistanê berî ragihandina Komara Kurdistanê, 17.12.1945an li bajarê Mehabadê hatiye bilindkirin ku niha me ew roj kiriye Roja Alaya Kurdistanê.”

Parlamentoya Herêma Kurdistanê, ji bo hildana Alaya Kurdistanê ya li ser saziyên Herêma Kurdistanê deng da.

Parlamentoya Kurdistanê piştî 10 salan, 19ê Hezîrana 2009an roja 17ê Kanûna Pêşîn wekî Roja Alaya Kurdistanê diyar kir.

Biryar ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê ve hat pesendkirin.

Alaya Kurdistanê, berî 74 salan 17ê Kanûna Pêşîn a 1945an li ser Komara Kurdistanê û ji aliyê Serokkomarê yekem ê Kurdistanê Qazî Mihemed ve li Mehabadê hat bilindkirin.

Alaya Kurdistanê salên 1927-30î di Serhildana Agiriyê de jî hatibû bilindkirin.

Newşîrwan Mistefa di pirtûka xwe ya bi navê Hikûmeta Kurdistanê ‘Kurd di lîstika Yekîtiya Sovyetê de’, derbarê dîrok û roja bilindkirina Alaya Kurdistanê aniye ziman:

“Di 26ê Sermaweza sala 1324an a koçî ku dike 16ê Kanûna Pêşîna 1945an, Kurdên parêzgeha Urmiyeyê bajarê Mehabadê ji bin desthilata hikûmeta wê demê ya Îranê derxist, alaya Îranê anîn xwarê û Alaya Kurdistanê li şûna wê bilind kir.

Paşê jî li Nexede, Bokan û gelek cihên din Alaya Kurdistanê hat bilindkirin.

Deh rojan piştî wê, demjimêr 10ê sibehê di merasîmeke pir bi kêfxweşî de û bi amadebûna Pêşewa Qazî Mihemed û nêzîkî 10 hezar kesan, Alaya Kurdistanê bi awayekî fermî li bajarê Mehabadê hat bilindkirin.”

Temenê Komara Kurdistanê kurt bû lê parastina Alaya Kurdistanê û hildana wê her tim li cem Kurdan pîroz ma.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst