Şefên Kurd li Tirkiyeyê bûn yekem: 'Heqaret li Alaya Kurdistanê hat kirin'

18-02-2024
RÛDAW
Nîşan Mala Şefên Kurdistanê Alanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şefên Herêma Kurdistanê yên ku beşadarî Pêşbaziya Xwarinê ya Navneteweyî ya Gastro Alanyayê bûn tevî heqareta li Alaya Kurdistanê jî di pêşbirkê de bûn yekem.

8emîn Pêşbirka Xwarinê ya Navneteweyî ya Gastro Alanyayê ji aliyê Şaredariya Alanyayê ya Antalyayê ve di navbera 5-7 Sibatê de hat lidarxistin.

Şefên ji Herêma Kurdistanê, Brîtanya, Misir, Îraq, Azerbeycan, Xirvatistan, Cezayîr, Urdin, Malta, Mexrib, Rûsya, Tunis, Romanya, Ozbekistan, Makedonyaya Bakur û Filistînê tevî Pêşbirka Xwarinê ya Navneteweyî ya Gastro Alanyayê bûn.

Mala Şefên Kurdistanê ku ji Herêma Kurdistanê ji bo pêşbirkê hatibû vexwendin, roja 3ê Sibatê bi tîmeke 6 kesî ji Hewlêrê çûbû Alanyayê.

Tîma ku ji Herêma Kurdistanê beşdarî pêşbirkê bûbû, diyar kir ku ji ber Alaya Kurdistanê heqaret li wan hatiye kirin û heta ku vegeriyane jî di bin zextan de bûne.

Şefên ji Herêma Kurdistanê Şilêr Ehmed û Derya Zirarî ji Rûdawê re axivîn.

Wan da zanîn ku wan dema pişbirkê  “rojên zehmet derbas kirine.”

Şilêr Ehmedê diyar kir ku dema hatine salona ku pêşbirk lê hatiye lidarxistin, ji ber Alaya Kurdistanê li ser sînga wan bûye, astengî ji wan re hatine derxistin.

Şilêr Ehmedê got, “Di logoyên li ser singên me de hem Alaya Kurdistanê hem jî Alaya Îraqê hebûn.

Komîteya amadekar a pêşbirkê ji me re got, ji ber ku Alaya Kurdistanê li ser cilên we heye hûn nikarin beşdar bibin.”

“Tîmên welatên Ereb li dijî derketin”

Herwiha Şef Derya Zirariyê diyar kir ku piştî biryara organîzatoran, tîmên Mexrib, Tûnis û welatên din ên Ereb li dijî vê yekê derketin û wiha pê de çû:

“Wan got eger 'Kurd beşdarî pêşbirkê nebin em dê jî vekişin'.' Ji ber vê yekê komîte neçar ma ku biryara xwe paş de bikişîne.

Lê dîsa jî wan destûr neda ku em bi cilê ku alayên Îraq û Kurdistanê li ser in, beşdar bibin.

Wan ji me re got, 'Divê hûn Alaya Kurdistanê ji ser singa xwe rakin.”

Şef Şilêr Ehmedê jî wiha anî ziman, “Destpêkê wan ji me re got hûn dê saet 08:00an derkevin ser dikê lê saet bû 12:00 wan gazî me nekir.

Piştre saet 20:00î em derketin, em 16 saetan sekinandin. Melzemeyên ku me ji bo xwarinê amade kiribûn hindik mabû xera bibin.

Bi rastî me pir zehmetî kişand. Tevî vê yekê jî em bi wêrekiyeke mezin beşdar bûn û me xwarina xwe pir baş amade kir.”

“Tevî hemû astengiyan em bûn yekem”

Şefan diyar kir ku di rojên duyemîn û sêyemîn ên pêşbirkê de jî bi heman nêzîkatiyê re rû bi rû mane ji wan re zehmetî hatine derxistine.

Dema çêkirina xwarinê ji bo wan aciz bikin cihên wan guhertine lê wan dev jê bernedaye û di dawiyê de Rêxistina Mala Şefan a Herêma Kurdistanê ji aliyê jûriyê ve yekem hatiye hilbijartin.

Di dema xelatdayînê de tîma Kurdistanê hat piştguhkirin

Herwiha şefan got ku dema belavkirina madalyayan jî wan giringî nedaye pileya yekem lê zêdetir giringî daye pileyên duyem û sêyem.

Xelatên pileya yekem ên ku Rêxistina şefên Kurdistanê heq kiribû bi carekê hatine dayîn û ji wan re hat gotin ku hûn bixwe belav bikin. Tenê çend madalya pêşkêşî wan kirin.

Çima venekişiyan?

Darya Zirariyê li ser pirsa “Çima piştî ku wan heqaret li Alaya Kurdistanê kir, hûn venekişiyan” wiha bersiv da:

Destpêkê bertekên wiha hebûn, me got em vekişin lê piştre me biryar da em berdewam bikin.

Rewş pir metirsîdar bû me jî hest bi ewlehiyê nedikir. Ji ber ku saet 2yê şevê avêtin ser otêla me. Bi rastî em hemû tirsiyan.

Tevî vê rewşê jî piştî ku Serokê Rêxistina Bexdayê û Serokê Rêxistina Kurdistanê li ser mijarê gotûbêj kirin, me biryara vekişînê da.

Lê wekî min got, welatên Ereb ji bo me ji festîvalê vekişandina xwe ragihand, ev jî dihat wateya betalkirina festîvalê.”

“Kurdên Bakur bi mêrxasî em parastin”

Derya Zirariyê wiha berdewam kir, “Gelek guvaş li ser me hebûn. Dema hewl dihat dayîn bên sansurkirin û bêzarkirin, şefên Kurd ên ku ji bajarên Bakurê Kurdistanê beşdarî pêşbirkê bûbûn bi mêrxasî em parastin.

Bi rastî, gelek caran bi komîte û rêvebirên festîvalê re ketin nîqaşê.”

Şef Şilêr Ehmed behsa wê yekê dike ku ew di nava tirs û xofê de bûne heta ku vegeriyane, ji ber ku ne bawer bûn ka dê li balafirgehan ji wan re pirsgirêk derkevin an na.

Herwiha Şilêr Ehmedê da zanîn ku dema pêşbirkê şefên welatên beşdar çûne peravê û wêne girtine û got:

“Ev beşeke pêşbirkê bû, beşdar bixwe diçûn. Her kes diçû û bi alaya xwe wêne digirtin.

Min jî li ber peravê bi Aşaya Kurdistanê wêne girtin. Polîs bi şev hatin otela me.

Di nav wan de kesên bi cilên sivîl jî hebûn. Wan ji me re got ku divê hûn vegerin welatê xwe.

Wan Alaya Kurdistanê ya bi me re ji me stend, kod danîn ser telefonên me û heqaret li me kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst