Li 2 navçeyên Antalyayê agir bi daristanan ket

27-06-2025
Nîşan Antalya Alanya Aksu Daristan Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Alanya û Aksuyê yê Antalyayê agir bi daristanan ket.

Tîm ji hewa û bejahiyê ve hewl didin ku êgir vemirînin.

Li daristanên li devera Mahmutseydî Kizilalanê ya Alanyayê û Taxa Kurşunluyê ya Aksuyê ji ber sedemên nediyar şewat derket.

Piştî ku agahî hat tîmên Gerînendehiya Herêmî ya Daristanan a Antalyayê çûn cihên şewatê.

Bi 2 helîkopter, 5 arazoz, 2 wesayitên veguhastina avê û 2 wesayitên midaxeleya yekem hewl tê dayîn ku agirê li Alanyayê were vemirandin.

Ji bo vemirandina agirê li Aksuyê jî 2 balafir, helîkopterek, 6 arazoz, wesayiteke veguhastina avê, 2 wesayitên midaxeleya yekem û karkerên daristanê çûn cihê şewatê.

Hewlên ji bo vemirandina şewatan ji hewa û bejahiyê ve berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst