Li Silêmaniyê otomobîlek teqiya: 2 kes mirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Dûkan Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya serekî ya Silêmanî û Dûkanê  otomobîlek teqiya û di teqînê de 2 kes mirin.

Li ser rêya serekî ya ku Silêmanî û navçeya Dûkanê bi hev ve girê dide îşev derdora seat 19:40î teqîneke bihêz çêbû.

Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê piştrast kir ku wesayît a berpirsekî wan bûye.

Li gorî zanyariyên Nûçegihanê Rûdawê, wesayîteke bi marka Toyota Land Cruiser dema diçû teqiya û şewitî.

Pêşmergeyê birîndar mir

Kesekî di nav otomobîlê de li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û kesê din bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Lê belê Birêvebirê Nahiyeya Pîremegrûnê Bekir Ebdulkerîm ragihand ku tevî hemû midaxeleyan ew kesê birîndar li nexweşxaneyê miriye.

Bi vî awayî hejmara kesên ku canê xwe ji dest daye derket 2yan.

Komele: Wesayît a berpirsekî me bû

Çavkaniyên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê (Komele) ji Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextiyar re piştrast kir ku wesayîta şewitiye ya berpirsekî partiyê ye.

Hat diyarkirin ku di dema teqînê de du pêşmergeyên partiyê di nav wesayîtê de bûn.

Rayedarên Komeleyê dan zanîn ku xebatên tesbîtkirina nasnameya pêşmergeyan didomin û ew dê demjimêrên pêş derbarê çawaniya teqînê daxuyaniyeke fermî bidin.

Heta niha derbarê şêwaza teqînê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn lê hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kiriye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst