Kurdistan: Qedexeya derketina derve bo 5 rojên din hat dirêjkirin

18-03-2020
RÛDAW
Hewlêr di dema qedexeya hatinûçûnê de, wêne: Bilind Tahîr / Rûdaw
Hewlêr di dema qedexeya hatinûçûnê de, wêne: Bilind Tahîr / Rûdaw
Nîşan Kurdistan Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li seranserî Herêma Kurdistanê bo dema 5 rojên din qedexeya hatinûçûnê hat ragihandin.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed îro li Hewlêrê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, biryarên ku heta niha ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatine dan, biryarên baş bûne.

Rêber Ehmed got, di çarçoveya hewlên ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê de, biryara qedexeya derketina derve bo dema 5 rojên din hate dirêjkirin û destnîşan kir, biryara qedexeya vê carê seranserî ye û bajarê Duhokê jî li xwe digire.

Bi gotina Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, qedexe ji saet 00:01ê 19ê Adarê ve dest dike û heta roja 23ê mehê berdewam dibe.

Pêştir tenê li Hewlêr û Silêmaniyê qedexe hatibû ragihandin.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê tekez kir, hes kesê pabendî biryarê nebe, dê were cezakirin.

Berî ku biryara qedexeyê were ragihandin, Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê bi derkirina daxuyaniyekê, daxwaza dirêjkirina dema qedexeya derketina derve kiribû. 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst