Hewlêr (Rûdaw) - Keçeke Kurd a ji parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber wêneyeke wan a Gola Wanê ku di nava 32 wêneyan de li cîhanê yekem derket, berikeke Kurdewarî wek diyarî pêşkêşî Ajansa Valahiya Esman a Amerîkayê (NASA) dike.
Ew berika Kurdewarî ku weke diyarî pêşkêşî NASAyê tê kirin, navê wê "Kesneker" e û di dema 3 mehan de hatiye çêkirin.
Berik ji aliyê keçeke Kurd a ji Wanê ya bi navê Nesibe Ertaş ve hatiye çêkirin. Nesibe Ertaş derbarê wateya nexş û nîgarên li ser berikê jî nameyek ji Kait Robens re nivîsiye.
Wê keça Kurd derbarê huner û nexşên li ser berikê gotiye, “Çêkirina berikan pêşeya malbata me ye û ez jî dema 27 salan e vî karî dikim û dema 12 salan e jî ez vî karî li hola ristinê ya serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê berdewam dikim. Di nava sê mehan de min ev berik çê kiriye.”
Parêzgarê Wanê, Mehmet Emîn Bîlmez ji ajansa fermî ya Tirkiyê re ragihandiye, “ew diyarî dê wek spasnameyekê pêşkêşî astronot Kait Robens û ajansa NASA ya Amerîkayê bê kirin, ji ber yekembûna wêneyeke Gola Wanê ku ji aliyê wê astronotê ve hatiye girtin.”
Di pêşbirkekê de ku Adara îsal ji aliyê NASA ve hatibû sazkirin û encama wê di meha Nîsanê de hat aşkerekirin, wêneyeke Gola Wanê ku di 12ê Îlona 2016an de ji aliyê Kate Rubins û ji esman ve hatibû girtin, yekem derketibû.
Di pêşbirkê de 32 wêne ku ji aliyê NASA ve hatibûn bijartin, beşdar bûn û di qonaxa dawî de wêneyê Gola Wanê li hember Stêrkên Gerok ên ser Parzemîna Amerîkayê serkeft û wek yekemîn wêneyê balkêş hat diyarkirin.
Di Fînalê de zêdeyî 930,000 kesan deng dabûn.
Piştî aşkerekirina encama pêşbirkê Parêzgarê Wanê bi fermî Kate Rubins ji bo Taştêya Wanê vexwand û pisîekek Wanê jî wek diyarî pêşkêşî wî kir, lê belê Kate Rubins heta niha jî serdana Wanê nekiriye.
Li gor rûnimayên NASAyê, ti karmendekî wê saziya amerîkî nikarin diyarî û xelatên taybet qebûl bikin, lewma jî vê care Parêzgarê Wanê di rêya Wezareta Derve ya Tirkiyê ve, diyariyên parêzgehê li ser navê NASAyê şandine.
Gola Wanê mezintirîn golên Kurdistanê ye, rûberê wê 3 hezar û 713 kîlometreyên çargoşe ye û 4 girav di nav de ne. Salane nêzîka milyonek geştyarî berê xwe didin Wanê û gola wê, ku piraniya wan jî xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse