Li Kerkûkê çekdaran kemîn danî ber cotkarên Kurd

19-09-2025
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Kemîn Cotkarên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Bîbanê yê navçeya Pirdê ya parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê li nêzîkî rêya Hewlêrê, hineke çekdarên nenas gule li 2 cotkarên Kurd reşandin.

Li gorî çavkaniyekî ji Nexweşxaneya Azadiyê ya Kerkûkê, birîndarek gihîştiye nexweşxaneyê ku du gule li serê wî ketine.

Heman çavkaniyî got ku "Yekî din ji xelkê herêmê winda ye û telefona wî girtî ye."

Birêvebirê Pirdê Ebdulmutelîb Necmedîn ji Rûdawê re ragihand:

"Ew ciwan li baxekî li sinorê gundê Bîbanê bûne û wan ji bo anîna jeneratorekê xwestiye ber bi gundê Karêzê ve biçin lê ketine kemîna hejmarek çekdarên nenas û hatine desteserkirin."

Birêvebirê Pirdê Ebdulmutelîb Necmedîn her wiha got:

"Yek ji desteserkiriyan Pala Necmedîn xwestiye bireve lê gule lê hatine reşandin û birîndar bûye

Tê gumankirin ku yê duyem jî hatibe revandin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst