HAK-PAR û PAKê êrişa ser Ala Kurdistan û baregeha PDKê li dijî destkevtiyên Kurdan dibînin
Hewlêr (Rûdw) – Her yekê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyên cuda êrişa ser baregeha Liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê û Ala Kurdistanê şermezar kirin.
PAK êrişa li Alaya Kurdistanê û li baregeha PDKê hatiye kirin weke êrişeke li ser hemû Kurd û Kurdistaniyên cîhanê dibîne û dibêje: “Ev êrîş gefeke xêrnexwazên Kurdistanê ye li himber destkeftin û yekrêzîya hemû aliyên Başûrê Kurdistanê. Ev êrîşa herweha tehdîdek e li ser başbûna diyalog û peywendîyên Hewlêr û Bexdayê.”
Di daxuyaniya PAKê de hatiye gotin: “Sedam Husên ê jenosîdkar bi wan jenosîdên xwe jî nikarîbû rê li ber avakirina Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê bigire . Îro jî ne Heşda Şeibî, ne jî yên li pişta wan dê nikaribin rê li ber azadî û serxwebûna Kurdistanê bigirin. Ew alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistafa Barzanîyê nemir kir, îro li ser Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê li ba dibe. Ti şika me jê tune ye, dê ev alaya pîroz rojekê li ser asîmanê her çar perçeyên Kurdistanê, wek nîşana azadî û serxwebûnê jî li ba bide.
Em wek hemû rêvebir û endam û alîgirên PAKê êrîşa Heşda Şeibî ya li ser Alaya Kurdistanê û li ser baregahê PDKê, wek êrîşeke ku li ser me hatiye dihesibînin û bi tûndî Heşda Şeibî û piştgirên wan rûreş dikin.”
HAK-PAR: Armanca êrîşê rasterast azadiya Kurdistanê ye
HAK-PAR amaje bi wê yekê kir ku êriş ji aliyê “Heşda Şeibî ve hate kirin û tê zanîn ku ev hêz di bin bandora rejima zordest a îranê da ye.”
Di daxuyaniya xwe de HAK-PAR dibêje: “Di van rojên dawî de navbera Hikûmeta Merkezî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de lihevhatinek hate destnîşankirin, ku li gor vê lihevhatinê; dê îdare û ewlekarîya Şingalê bikeve destê hikûmeta herêmê û Pêşmergeyên Kurdistanê. Li gor vê lihevhatinê gere hemû hêzên terorîst ji Şingalê werin derxistin. Lewra li gor yasayên Iraqa federal pêşmerge hêzeke fermî û rewa ye ji bo parastina Kurdistanê. Dîsa di destûra Iraqa federal de, Alaya Kurdistanê jî wek alayeke fermî û meşrû hatîye qebûlkirin.
Hetanî niha Şingal di destê hêzên nerewa û terorîst de bû. Heşda Şeibî û PKK wek hevkar û heval, her yek ji xwe re deshilatek çêkiribû û Şingal îdare dikirin. Li bîr e, ku ev herdû hêzên ne xêrxwaz îxaneta Kerkûkê jî, ligel çend kesên xwefiroşên di nav YNKê de pêk anîbûn. Diyar e ku ew bereyên dijberî Kurdan ên ku li navçê hene, ne hêzên xêrê ne û ne jî rewa ne. Ev lihevhatina vê dawiyê, hizûr û rihetîya hêzên çekdar û terorîst revandiye. Ev hêzên xirapkar, her tim li dijî maf û berjewendîyên Kurd û Kurdistanê tevgeriyane. Ew, şerekî bi wekalet dimeşînin ango noker û bikirê girtîyên sazûmana dijberîya Kurd a Rojhilata Navîn in.”
HAK-PAR êrişê şermezar dike û dibêje: “Ev êrîş, êrîşeke namerd e. Ev êrîş ne tenê bi amanca têkbirina baregeha PDKê ye, mebest û armanca vê êrîşê rasterast azadiya Kurd û Kurdistanê ye. Ev kiryarên teroristî û dijberî Kurd, nikarin miletê Kurd ji rêya rewa û heqxwaz a azadî û serxwebûnê vegûhêzin. Vê êrişê careke din bi eşkerehî da nişan ku ev hêzên rûreş û terorist û şerxwaz dostê gelan nînin. Ev êrîşên qirêj bi hiç aweyekî nikarin pêgeha Kurd û nirx û hêjayiyên Kurdistanê têk bibin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse