Dihok (Rûdaw) - Konsulê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu ji Rûdawê re ragihand, pêvajoya çareseriyê gaveke çarenivîsaz e û dikare rêça dîrokê biguherîne.
Erman Topçu rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya di pêvajoyê de jî bi başî nirxand.
Konsulê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu li Foruma 6emîn a Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn a ku li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya Dihokê tê lidarxistin pirsên Nûçegihanê Rûdawê Nayîf Remezan bersivandin.
Konsulê Tirkiyeyê amaje pê kir ku pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurdan di rewşeke dijwar a herêmî de dest pê kiriye û got.
"Ev cureyekî xwedîlêderketina herêmî û çareserkirina pirsgirêkan a ji aliyê me bi xwe ve ye."
Erman Topçu da zanîn ku Komîsyona ku nûnertiya ji sedî 95ê partiyên siyasî dike, bi berdewamî li ser pêvajoyê dixebite û anî ziman:
"Li vir li Îraqê jî gavên hevdem hene ku bi alîkariya hikûmeta Îraqê û bê guman hikûmeta Herêma Kurdistanê tên avêtin.
Ji ber vê yekê hêviya me ji paşerojê zêde ye."
Topçu derbarê rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya di pêvajoyê de wiha axivî:
"Nêçîrvan Barzanî ji bo me kesekî gelekî ezîz e û van demên dawî bû mêvanê serokê me.
Helbet pêvajoya niha yek ji mijarên sereke yên civînê bû.
Serok Nêçîrvan, wekî hemû serkirdeyên din ên Herêma Kurdistanê, rola xwe di serkeftina vê pêvajoyê de dilîze. Em jî gelekî spasdar in."
Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Dihokê tê lidarxistin.
Di forumê de pirsgirêkên li Îraq, Kurdistan û Rojhilata Navîn tên gotûbêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse