Li Mêrdînê dayîkek û 5 zarokên wê bi gaza sobeyê bi jehrê ketin

18-12-2023
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê, ji sobeyê gaza karbonmonoksîtê derket û Gulîstan K. (38) û 5 zarokên wê bi jehrê ketin.

Rewşa tenduristiyê ya Gulîstan û zarokên dijwar e.

Li gorî agahiyan, hevjînê Gulîstan K.yê piştî ku li wê digere û xeberê jê wernagire, tîmên tenduristiyê agahdar kir.

Tîmên tenduristiyê yên ku çûne cihê bûyerê bi alîkariya çilingaran ketin hundirê malê.

Tîmên tenduristiyê Gulîstan û zarokên wê Hamdullah (4 ), Mazlum (8 ), Elîf Rana (10 ), Leyla (12) û Civan bêhiş dîtin.

Tîmên tenduristiyên kesên ku bi jehrê ketibûn bi ambûlansê birin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku dermankirina dayik û zarokên wê li nexweşxaneyê berdewam e û rewşa tenduristiyê ya her 6 kesan jî giran e.

Derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst