Hewlêr (Rûdaw) – Di çalakiyekê de li navçeya Silopî ya Şirnexê zirerên bikaranîna berhemên plastîkî bo xwezayê hatin gotûbêjkirin.
Li dibistaneke seretayî ya li navçeya Silopî ya ser bi parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê ve xwendekar di çarçoveya projeyeke jîngehdost de li salona dibistanê kom bûne.
Beşek ji endamên “Weqfa Xwedî Li Paşmayên Xwe Derkeve” ji xwendekaran re behsa zirerên bikaranîna berhemên plastîkî bo xwezayê dikin.
Kordînatora Projeya Paşmayên Sifir Plastîk, Sevînç Guneş dibêje: “Armanca me ew e bi “Projeya Paşmayên Sifir Plastîk” em li navçeya xwe bikaranîna plastîkê kêm bikin.Em gelek kêfxweş in ku me ev proje cibîcîh kiriye.”
Yek ji armancên din ên projeyê jî ew e ku xwendekar bi taybet li dibistanan û di jiyana rojane de bikaranîna plastîkê kêm bikin.
Piştî pêşkêşkirina semînerê cewdikên avê yên bê plastîk jî li ser xwendekaran hatin dabeşkirin.
Xwendekarek dibêje, “Min berê gelek plastîk bikar dianîn. Îro gotin me plastîk gelekî zererê digihîne cîhanê û ez jî êdî plastîkê bikar nayînim. Ez dê ji niha û şûnde vî cewdikê avê bikar bînim. Ez ji vir hişyariyê didim zarokan ku plastîkan neavêjin xwezayê û zererê neghînin cîhana me.”
Xwendekarek din dibêje, “Min zanî ku plastîk û kaxez gefê li ser jiyana ajel û mirovan çêdikin. Mamosteyê me ev cewdik dan me û ez êdî ji plastîkan avê venaxwim û ez dê ji van avê vexwim.”
Li gor amarên beşek ji Odeyên Endezyarên Jîngehê yên li Tirkiyê, salane li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdeyî 32 milyon ton paşma û zibil ku piraniya wan ji plastîkê ne çêdibe. Lê tenê ji sedî 15 heta 20ê wan dûbare tên bikaranîn û ew beşa mayî jî bo xwezayê tên avêtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse