Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Em dê mîna doh, înşela di paşerojê de jî xelkê Sûriyeyê bi tenê nehelêlin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê piştî Civîna Kabîneya Serokkomariyê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.
Ji daxuyaniyên Erdogan xalên derketine pêş wiha ne:
“Di civîna kabîneya îro de me bipêşketinên siyasî yên derve bi berfirehî gotûbêj kirin.
Ji bo ku Tirkiye vê dema bahozî bêqeza û bêbela derbas bike, em li ser tedbîrên zêde peyivîn.
Dema ku pirsgirêkên heyî mezin dibin, her roj hinekên nû lê zêde dibin. Pergala navneteweyî ya li ser bingeha rêzikan, hem birîneke kûr xwar û hem jî rûmeta xwe ji dest da.
Em bi lez ber bi rismekî neadil ê cîhanî ve diçin ku li şûna hêza hiqûqê, hiqûqa yê bi hêz serdest e.
Sûriye ya Sûriyeyiyan e
Recep Tayyîp Erdogan amaje bi pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha domand:
“Em bi baldarî ji nêz ve her bipêşketineke li Sûriyeyê dişopînin ku dîrok, çand û şaristaniyeke me ya hevpar heye.
Em hewl didin ku ew jîngeha azadiyê ya ku Sûriyeyê bi şoreşa 8ê Kanûna Pêşîn bi dest xistiye, bibe aramî û aştiyeke mayînde.
Em di wê baweriyê de ne ku Sûriyeyeke yekgirtî û bi hev re giring e. Sûriye ya Sûriyeyiyan e.
Sûriye bêyî ferq û cudahiya Ereb, Tirkmen, Kurd, Nusayrî, Sunî û Durziyan a her kesî ye.
Piştî zilma ku bû sedema mirina bi sedhezaran mirovan, Sûriyeyê derfeteke dîrokî bi dest xistiye.
Rêya birayên me yên Sûriyeyî vekirî ye. Wekî welatekî cîran û dostê roja teng, em nahêlin ti hewldanek vê pêvajoyê sabote bike.
Prensîba yek dewlet û yek artêşê, ji bo aramiya welatekî mercê herî sereke ye. Piştgiriya Tirkiyeyê ji bo her gaveke ku vê yekê xurt bike tam e.”
Artêşa Sûriyeyê îmtîhaneke serkeftî da
Serokkomarê Tirkiyeyê amaje bi peymana HSD û Şamê ya agirbestê jî kir û wiha got:
“Operasyona ku ji bo rizgarkirina hinek taxên Helebê yên di bin dagirkeriyê de hatibû destpêkirin, doh bi rêkeftina agirbest û tevlîbûna tam bi dawî bû.
Birêvebirina vê operasyona hestiyar a ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve û hestiyariya wan a ji bo neêşandina sivîlan cihê pesnê ye.
Tevî provokasyonên wan pêkhateyên çekdar ên ku bakurê Sûriyeyê dagir kirine, artêşa Sûriyeyê îmtîhaneke serkeftî da.
Dema mafdar bû, xwe ji wan kiryarên ku dê wê neheq nîşan bidin dûr girt.
Hikûmeta Sûriyeyê bi kêmkirina zereran pirsgirêk çareser kir. Em bawer dikin ku ev hemû destkeftiyên pir biqîmet in.
Doh êvarê em bi birayê xwe Serokkomar Ehmed Şer hevdîtineke telefonê pêk anî.
Min ew ji ber rêkeftin û operasyonê pîroz kir. Min careke din anî zimên ku Tirkiye di têkoşîna wan a li dijî terorê û bi taybetî li dijî DAIŞê de her li gel wan e.
Em dê mîna doh, înşela di paşerojê de jî xelkê Sûriyeyê bi tenê nehelin.
Ji xeynî komek taşeron ku li pey avakirina dewleta di nav dewletê de ne, xuya dibe ku xelkê Sûriyeyê ji rêkeftina doh gelekî kêfxweş e.
Wêne û dîmenên li kolanên Heleb, Reqa, Dêrazor û bajarên din aştiyê nîşan didin.
Xelkê ku 13 sal û nîv e êşên mezin kişandine, hêsirên xwe paqij dikin û hêviyên xwe nû dikin.
Bi eşkereyî radigihînin ku êdî şer naxwazin. Ti mafê kesî nîne ku vê nexşerêyê ji nedîtî ve were yan jî vê jîngeha hêviyê xera bike.
Axên bi bereket ên Sûriyeyê ji êş, xwîn û hêsiran têr bûne.”
Divê mercên rêkeftina agirbest û tevlîbûna tam bi lez werin bicihkirin
Recep Tayyîp Erdogan di beşeke din a axaftina xwe jî de wiha got:
“Bicihnekirina gavan, astengderxistin û lîstika bi demê ya li pişt hincetên cuda ti feydeyê nade kesî.
Li herêma me dema terorê bi temamî bi dawî bûye. Divê mercên rêkeftina agirbest û tevlîbûna tam bi lez werin bicihkirin.
Em hikûmetek in ku ne bi hesabê berjewendiyan, bi hestiyariyên mirovî dimeşin.
Di her gaveke ku me heta îro avêtiye de, me li nirxên xwe xwedî derket û prensîbên xwe parastin.
Me deriyên dilê xwe ji bo hemû gelan vekir. Nijadperestî û qewmiyetçî nexweşiyeke wiha ye ku çand, şaristanî û nirxên me yên baweriyê wê red dikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse