Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îdia kir ku li Sûriyeyê mafên Kurdan di asta herî bilind de tên dayîn û got, “Li Heleb, Hama, Hûms, Efrîn û Îdlibê bi milyonan kes bi Tirkî diaxivin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li parêzgeha Aydinê ya Tirkiyeyê beşdarî merasîmeke vekirinê bû û li wir behsa bûyerên dawî yên li Sûriyê Rojavayê Kurdistanê kir kir.
Erdogan diyar kir ku rêberên Rojavayî yên ku berê pergala cîhanî pesn didan niha behsa neheqî û pirsgirêkên pergalê dikin û îdia kir ku kesên Tirkiye rexne dikirin niha maf didinê.
"Hikûmeteke nêzikî Tirkiyeyê"
Erdogan bal kişand ser guherîna desthilatê ya li Sûriyeyê û got:
“Li Sûriyeyê rejîma zalim rûxiya û zilm bi dawî bû. Li şûna birêvebiriyeke ku xwîna nêzîkî milyonek Sûriyeyiyan rijandibû, hikûmeteke dostê nêzîk ê Tirkiyeyê hat.
Di bin serokatiya Ehmed Şer de û bi piştevaniya bihêz a welatê me Sûriye bi lez bi ser xwe ve tê.
Piştî şerê 13,5 salan ewlehî û aramî ji nû ve tê dabînkirin. Rêxistinên terorê hêdî hêdî ji cihên ku dagir kirine ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve tên derxistin.”
“Mafên Kurdan tên dayîn”
Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de behsa Kurd û Tirkmenan kir û îdia kir:
“Birayên me yên Kurd ku di dema rejîma berê de wekî welatî jî nedihatin hesibandin, dibin parçeyê eslî yê Sûriyeya nû û mafên wan di asta herî bilind de tên dayîn.
Birayên me yên Tirkmen jî di birêvebiriya nû de erkên gelekî girîng digirin ser xwe.”
“Li Efrînê bi Tirkî diaxivin”
Serokkomarê Tirkiyeyê anî zimên ku pirsgirêkên ku bi salan e ji bo wan bûne çavkaniya dilgiraniyê yek bi yek çareser dibin û wiha pê de çû:
“Em berhemên helwesta xwe ya rast a di dîrokê de berhev dikin.
Li Heleb, Hama, Hûms, Efrîn û Îdlibê bi milyonan kes bi coş bi Tirkî diaxivin, behsa Tirkiyeyê dikin û dua ji me re dikin.”
Erdogan herî dawî behsa "gefa li bakurê Sûriyeyê" kir ku mebesta wî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e û got:
“Dema gefa terora cudaxwaz a li bakurê Sûriyeyê bi temamî ji holê rabe, ne tenê gelê Sûriyeyê, dê hemû herêma me rehet bibe.
Dema Sûriye bibe girava refah û îstiqrarê em dê hemû jê sûdê wergirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse