Kanadayê lîsteya cezayan a li hemberî Sûriyeyê nû kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kanada Sûriye Lîsteya Cezayan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kanadayê cezayên li ser Sûriyeyê yên ku ji serdema rejîma berê ve hatibûn sepandin sivik kirin.

Kanadayê her wiha li ser şeş kesên din ên di nav hikûmeta Sûriyeyê de cezayên nû sepandin.

Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Anita Anandê 18ê Sibata 2026an ragihand ku cezayên li ser Sûriyeyê yên ku ji dema rejîma berê ve hatibûn sepandin hatine sivikkirin.

Li hemberî vê yekê, li şeş kesên nû biryarên cezakirinê hatine wergirtin.

Ev guhertin; sivikkirina qedexeyên derbarê hawirdekirin û hinardekirina kel û pelan, çalakiyên veberhênanê, pêşkêşkirina xizmetên darayî û mijarên din ên wekî çavdêriya ragihandinê û dan û standinên petrolê li xwe digire.

Li gorî daxuyaniya hikûmeta Kanadayê, ji bo kêmkirina astengiyên li ber çalakiyên aborî û hêsankirina dan û standinên bi saziyên dewletê re, navên 24 sazî û kesan ji lîsteya cezayan hatine derxistin.

Hat diyarkirin ku ew sazî di sektorên sereke de ji bo başbûna Sûriyeyê jiyanî ne.

Cezayên nû

Her wiha Kanadayê ji bo lîstekirina kes û saziyên ku beşdarî "binpêkirinên giran û sîstematîk" ên mafên mirovan bûne û aştî, ewlehî û aramiya Sûriyeyê têk birine, du pîvanên nû destnîşan kirin.

Kanadayê li şeş kesan cezayên nû sepandin.

Hikûmetê navên wan eşkere nekirin lê diyar kir ku ew li Sûriyeyê berpirsiyarên binpêkirinên giran û sîstematîk ên mafên mirovan in.

Çar kes ji wan ên ku cezayên nû li wan hatine sepandin, ji ber beşdarbûna wan di bûyerên li herêmên beravê ku Adara 2025an rû dabûn, hatine cezakirin.

Du kesên din jî ji ber berpirsiyariya wan a di fînansekirina bernameyên çekên kîmyewî û mûşekên balîstîk ên desthilata Beşar Esad (serokê berê yê Sûriyeyê) de, hatin lîstekirin.

Hat destnîşankirin ku cezayên li wan kes û saziyên ku ji nêz ve bi rejîma Esed re girêdayî ne û di navbera salên 2011 û 2017an de ketibûn lîsteyê, dê berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst