Ehmed Şer: Îro roja yekem a Sûriyeya bêceza ye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ehmed Şer Sûriye Amerîka Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ehmed Şer, rakirina cezayên li ser Sûriyeyê wekî "serkeftineke mezin" bi nav kir.

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ragihand ku piştî 14 salan ji dorpêça aborî, îro roja yekem e ku Sûriye bê ceza ye.

Ehmed Şer bi rêya peyameke vîdeoyî ya ji Çiyayê Qasiyûnê yê Şamê bangî gelê Sûriyeyê kir.

Ev yek hevdem bû bi îmzekirina biryara betalkirina yekcarî ya "Yasaya Sezar" a ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve.

Ew yasa pakêta herî dawî ya mezin a cezayên Amerîkayê bû ji bo Sûriyeyê û di dema desthilata Beşar Esed de hatibû sepandin.

Ehmed Şer di peyama xwe de got:

"Bi kerema Xwedê û paşê bi hewl û sebira we ya 14 salan îro roja yekem e ku tê de Sûriye bê ceza ye."

Serokê Sûriyeyê ku salek beriya niha serperiştiya wê êrişê kiribû ku bûbû sedema rûxîna desthilata Beşar Esed, pesnê "qurbanîdana" gelê Sûriyeyê da.

Şer her wiha da zanîn:

"Spas ji bo hemû kesên ku di şoreşa pîroz a Sûriyeyê de qurbanî dan û li ber xwe da.

Yên ku çekên kîmyayî hilmijtin; yên ku koç kirin û axa xwe hiştin.

Yên ku di deryayan de xeniqîn û xwîna wan şehîdan ku axa pîroz av da heta ku em gihîştin vê serkeftina mezin."

Ehmed Şerê ku berê wekî Mihemed Colanî dihat naskirin, ji bo "bersivdayîna banga gelê Sûriyeyê" spasiyeke taybet li Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.

Her wiha spasiya Kongreya Amerîkayê kir ji bo liberçavgirtina wan "qurbaniyên" ku hatine dayîn.

Şer spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Şehzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman û Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî kir.

Şer her wiha spasiya welatên Erebî, Îslamî û Ewropayê kir ku piştgiriya Sûriyeyê kirine.

"Serdema êşê çû"

Şer di beşeke din a axaftina xwe de ji bo avedankirina welêt bangî yekîtiyê kir û got:

"Gelê mezin ê Sûriyeyê, îro roja we ye.

Serdema êşê çû û serdema avakirinê dest pê kiriye."

Kongreya Amerîkayê vê hefteyê yasaya betalkirina cezayê Sezar pesend kir ku sala 2019an hatibû sepandin.

Derengiya şeva Pêncşemê Donald Trump yasa îmze kir.

Berê jî meha Gulanê Yekîtiya Ewropayê cezayên li ser Sûriyeyê rakiribûn.

Rakirina temamî ya cezayan wekî gaveke çarenivîssaz ji bo qonaxa avakirina Sûriyeyê tê dîtin.

Sûriye ji ber şer rûbirûyî wêranî, bi sedan hezar kuştî û bi milyonan koçber û penaberan bûye.

Welatên herêmê, wekî Erebistana Siûdî û Tirkiye soza piştgiriya ji bo pêvajoya avakirinê ya di bin desthilata Ehmed Şer de daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst