Hewlêr (Rûdaw) - Li Mûşê ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêya gundê Sêmalkayê xebatan didomîne. Berfa di rê de cî bi cî heta 5 metreyan derbas dike.
Li Mûşê 10 gund û 21 mezre bi rêya Sêmalka re diçin û tên. Xebat li devera Çavuştepeyê ya ku 2 hezar û 600 mêtre bilind e dewam dikin. Her çend li herêmê metirsiya aşûtê jî ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Operatorê makîneya kar Bahrî Golbaşi diyar kir, stûriya berfê li hin herêman 5 metreya derbas sike.
Bahrî Golbaşi eşkere kir, ji bo vekirina rêyan ew li ser kar bê navber dixebitin û got, "Ji ber ku ev der rêyeke alternatîf e, nêzî 3 mehan e ku girtî ye. Ev sê roj in em rê vedikin. Ji ber ku hewa germ bûye jî metirsiya aşûtê heye. Ku rê vebe, rêya gundiyan kurt dibe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse