Li Dîlok, Semsûr û Kilîsê lehî rabû

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Baran Lehî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Dîlok, Semsûr û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê ji ber barana gur lehî rabû.

Ji ber lehiyê cade, kolan, mal û kargeh di bin avê de man.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro ji bo 16 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur dabû.

Piştî vê hişyariyê, li parêzgehên Dîlok, Semsûr û Kilîsê baraneke zêde bariya û lehî rabû.

150 malan zerer dît

Li hinek gundên navçeya Nurdaxiyê ya Dîlokê çeman di ser re avêt.

Ji ber rabûna avê rê, mal û kargeh di bin avê de man.

Muxtarê Gundê Dunekê Umit Kaçakçi ragihand ku ji ber lehiyê 150 malan zerer dîtiye.

Otomobîl asê man

Li navenda Semsûrê jî piştî barana gur lehî rabû.

Ji ber lehiyê rê hatin girtin û gelek otomobîl di nav avê de asê man.

Li Kilîsê jî di saetên êvarê de baran zêde bû û lehî rabû.

Ji ber lehiyê cade û kolan di bin avê de man û di çûn û hatina trafîkê de pirsgirêk çêbûn.

Li 16 parêzgehan hişyarî

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro ji bo parêzgehên Riha, Semsûr, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Meletî, Xarpêt, Mêrdîn, Amed, Êlih, Sêrt, Şirnex, Dîlok, Mereş û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst