Geştyar xwezayê pîs dikin: ‘Hesabê xelkê din nakin’

2 demjimêr berê
RÛDAW
Bermahiyên geştiyaran / Wêne: Rûdaw
Bermahiyên geştiyaran / Wêne: Rûdaw
Nîşan Geştyar Xweza Seyran Jîngeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şarbajêrê yê parêzgeha Silêmaniyê piştî serdana geştyaran li her derê gilêş û bermahiyên wan tên dîtin.

Malbateke ku berê xwe dabû wê navçeyê, neçar ma beriya bêhnvedanê derdora xwe ji gilêşên geştyarên beriya xwe paqij bike û paşê rûne.

Geştyar Tewfîq Rehîm li ser pîskirina jîngehê got:

"Ev derdor tijî kîsikên gilêş û bermahiyan bû ku belav bûbûn.

Her çend li gorî salên berê baştir bû jî lê hîn jî pîs bû.

Em neçar man, me hemû kom kirin û li dûrî xwe danîn."

Tewfîq Rehîm destnîşan kir ku parastina xwezayê erkê her kesî ye û da zanîn:

"Divê her kesê ku hat seyranê, gilêş û pîsiyê di kîsikekî de bibe deyne ser cadeyê.

Çimkî li hemû vê navçeya derdora me 2 paqijkerên jîngehê hene û bi zehmetî ji wan tê paqijkirin."

"Hesabê xelkê din nakin"

Malbata Elî Salih nêzîkî 2 demjimêran li çend navçeyên cuda yên Şarbajêrê geriya da ku cihekî paqij peyda bike.

Geştyar Elî Salih anî ziman:

"Ew kesên ku vê navçeyê wiha pîs dikin, hesabê wê yekê nakin ku xelkê din jî tê û li wir rûdinê.

Niha kêrî rûniştinê nayê û xelk berê xwe dide cihên dûrtir da ku rûne."

Elî Salih eşkere kir ku ew gilêş û pîsî ya xelkekî ye ku eger wîjdana wan heba wiha li pey xwe nedihîştin.

Geştyar Şukriye Mehmûdê jî got:

"Me kîsikê gilêşê aniye, em hemû pîsiyan dixinê û em bi xwe re dibin û diavêjin."

Zererê dide ajelan jî

Ji bilî zerer û nêşîrînkirina jîngehê, beşek ji gilêş û bermahiyan zererê dide ajelan jî.

Ajel naylon û madeyên plastîk dixwin û ev dibe sedema nexweşketin û mirina wan.

Tora Medyayî ya Rûdawê li çend herêmên geştyariyê yên parêzgehên Hewlêr, Dihok, Helebce û Silêmaniyê lêkolînek kir.

Bi giştî li Herêma Kurdistanê ev pirsgirêk tê dîtin ku geştyar bermahiyên xwe li pey xwe dihêlin.

Beşek ji bermahiyan şûşe ne ku milyonek sal pêwîst e da ku di nav axê de bihelin yan jî qet nahelin.

Ji bo plastîk an jî şûşeyên avê 450 sal û qutiyên vexwarinên gazî 100 sal pêwîst in.

Her wiha ji bo bermayiyên xwarinê jî 3-6 meh pêwîst in da ku di nav axê de bihelin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst