Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Baskîlê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, welatiyekî dîmenên marekî reş bi kameraya telefona xwe tomar kirin.
Welatiyê bi navê Omer Şen, dema ku tevî hevalên xwe ji bo komkirina rêvasan çûbû çolterê rastî vî marî hat.
Mar li ber tûmekî giyayî bê liv sekiniye û piştî demekê di nav giyayan de winda bûye. Tê texmînkirin ku dirêjiya marî nêzî 2 metreyan e.

“Dostê cotkaran e”
Serokê Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Firatê Prof. Dr. Eyup Bagci li dîmenên mar temaşe kir.
Bagci diyar kir ku ev cure wekî "marê reş" tê naskirin û navê wî yê zanistî "Dolichophis jugularis" e.
Bagci bal kişand ser wê yekê ku ev cure li Tirkiyeyê û Ewropayê wekî yek ji marên herî dirêj tê naskirin.
Prof. Dr. Eyup Bagci her wiha destnîşan kir ku tevî mezinahiya xwe jî ev mar bê jehr e û wiha pê de çû:
"Ev mar mişkên nav zeviyan û zîndewerên ku zererê didin çandiniyê dixwe. Lewma jî wekî 'dostê cotkaran' tê qebûlkirin."

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse