Elî hingivê Kurdistanê li Stenbolê hildiberîne

8 demjimêr berê
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Elî Işikê xwediyê mêşan û Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk / Wêne: Rûdaw
Elî Işikê xwediyê mêşan û Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk / Wêne: Rûdaw
Nîşan Stenbol Kurd Hingiv Kurdistan Elî Işik
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Her kes dizane ku divê mêşên hingiv li çiya û zozanên hênik yan jî deşt û newalên bêserûber bên xwedîkirin.

Lê belê Kurdekî ji Semsûra Bakurê Kurdistanê li nava Stenbolê, di nava heşermeşera metropoleke ji beton de dest bi karê mêşan kiriye.

Ew li kêleka rêyeke sereke, di nava parkeke Şaredariyê de bi kewarekê dest pê kiriye û îro mêşên wî him gelekî zêde bûne û him jî hingivekî organîk, bêderman û xweş jê hildiberîne.

Ev 44 sal in li Stenbolê dijî

Ev der ne çem û çiyayên bilind ên Berwariyan in û ne jî dehl û zozanên hênik ên Şemzînanê ne.

Berovajî vê yekê ev der nava dilê Stenbolê ye, ango navçeya Şîşliyê ye.

Lê belê tenê Kurdekî xîret kir ku di nava vê metropola ji beton de mêşên hingiv xwedî bike, ew jî Elî Işikê Semsûrî ye ku ev 44 sal in li vî bajarî dijî.

Beriya salekê hevalekî wî jê re gotiye ku mêşeke wî heye û dixwaze jê xilas bibe.

Wî jî gotiye "Bide min" û ew aniye nava vê parkê li kêleka wê depoya ku lê karker e daniye. Mêşa wî baş şixuliye û ew yeka wî di salekê de bûye 12 heb.

Elî Işik li ser xebata xwe wiha axivî:

“Sibehan saet 4an ez li serwîsê siwar dibim û têm nava van, heta dudo û nîvan.

Dotira rojê dîsa têm li wan dinêrim. Bi rastî him zehmetiya wê heye lê him jî ez pir zewqê jê digirim.”

Serê pêşî kî bihîstiye gotiye, ‘Lawo de li nava Stenbolê mêş dibin?’ lê wî 90 kîlo hingiv ji mêşên xwe girtiye û ew kesên ku bawer nedikirin ketine dû hingivê wî.

"Hingivê Stenbolê wekî yê Kurdistanê ye"

Elî Işik diyar kir ku ew dixwaze tiştên li Kurdistanê dikin li Stenbolê jî bike û got:

“Min dixwest ku em li Kurdistanê çi dikin li vira jî ez wê bikim. Em dikarin 30-40 kewaran jî çêbikin.

Cihê me teng e. Heke cih teng nebe em dikarin zêde bikin. Li Stenbolê zehmetî heye lê ferq nîne.

Hingivê Stenbolê jî eynî wekî yê Kurdistanê ye, belkî jê jî xweştir be.”

Mêşên Elî Işik bi qasî serê derziyê jî şekir û derman nexwariye. Wan şimayên xwe jî ne bi hazirî lê bi xwe çêkirine.

Niha wextê oxildanê ye, mêş çê ne û ji niha ve jî şaneyên wan ji hingivekî derece yek tije ne.

Elî Işik li ser belavbûna mêşên xwe yên li nava bajêr ev agahî dan:

“Min wekî hobî dest pê kir lê niha ez profesyonelî dikim. Li cihekî wekî Stenbolê çîçek pir in.

Em niha li Şîşliyê ne lê mêş heta Taksîmê, Parka Maçkayê û Ayazagayê jî diçin. Li wan deran li giyayan çerx dibin û tên.”

"Me Sêrt aniye Stenbolê"

Piştî ku eşkere bûye li vir jî mêş tên xwedîkirin û rewş bi pêş ve çûye, hevkarê wî yê cihê kar Ehmed jî tevî wî bûye.

Niha her du jî her roj beriya ku şefaq bipişkive tên nava mêşan û wextê dewamê jî li kargehê karê xwe didomînin.

Ehmed jî li ser mêşvaniyê got, “Em zarok bûn em hatin Stenbolê lê wextê zarokatiya me bav û kalên me, der û cîranên me tev mêş xwedî dikirin.

Niha li her derê mêş hene. Dibêjin li Stenbolê mêş nabin lê mêşên herî baş li Stenbolê dibin. Niha me Sêrt aniye Stenbolê.

Dibêjin mêş li Sêrtê dibin û hingivê herî baş yê Sêrtê ye lê hingivê Stenbolê ji yê Sêrtê baştir e.”

Her du mêşvan jî tê derdixin ku ew kar dê hê mezintir û hejmara kewarên mêşan dê zêdetir bibe.

Ji ber wê hêdî hêdî rojeva wan ew e da ku li gorî wê amadekariyan bikin.

Heta niha ne Şaredariyê ne jî ti kesê din ti rê li ber wan negirtiye.

Eger wiha berdewam bike dê di nava çend salan de dora vê rêyê tev bibin mêş, ku hêlek wê goristan e û hêla din jî dibe bax û bostan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst