Elî Bapîr wekî Serokê Komeleya Dadgeriyê hat hilbijartin

19-07-2025
RÛDAW
Nîşan Elî Bapîr Komeleya Dadgeriyê ya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi dengê endamên kongreyê, Elî Bapîr ji nû ve wekî Serokê Komeleya Dadgeriya Kurdistanê hat hilbijartin.

Kongreya Komeleya Dadgeriya Kurdistanê îro li Hola Seid Ebdulah a li bajarê Hewlêrê dest bi karên xwe kir û biryar e du rojan berdewam bike.

Endamê Kongreya Komeleya Dadgeriyê Ebdulsetar ji Rûdawê re got, "Mamosta Elî Bapîr tenê berbijêrê serokatiyê bû û bi piraniya mutleq a dengên endaman ji nû ve hat hilbijartin."

Li gorî peyrewa navxweyî ya partiyê, biryar e di kongreyê de Komeleya Dadgeriya Kurdistanê endamên Encumena Serkirdatiyê jî hilbijêre.

Ji bo kongreya Komeleya Dadgeriyê, 907 endaman mafê beşdarbûnê heye. Beriya destpêkirina kongreyê, Rûdawê belav kiribû ku Elî Bapîr namzedê sereke ye ji bo ku cardin bibe serok.

Berpirsê Mekteba Hilbijartin û Amarê yê Komeleya Dadgeriyê Dr. Bêstûn Heme Salih ji Rûdawê re gotibû ku ew dê di kongreyê de li ser hinek guhertinên di şêwaza birêvebirina partiyê de gotûbêjan bikin, wekî "guhertina peyrewa navxwe û hejmara organan."

Komeleya Dadgeriya Kurdistanê di destpêkê de bi navê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê sala 2001ê hat damezrandin û di kongreya xwe ya çaremîn de navê xwe guhert. Ji dema damezrandina xwe ve ji aliyê Elî Bapîr ve tê birêvebirin.

Ev partiya Kurdistanî li Parlamentoya Îraqê xwedî kursiyekê ye û di hilbijartina dawî ya Parlamentoya Kurdistanê de jî sê kursî bi dest xistibûn.

Kongreya çaremîn a Komeleya Dadgeriyê Sibata 2021ê hatibû lidarxistin, tê de Elî Bapîr ji nû ve hatibû hilbijartin û posta kesê yekem ê partiyê jî li cihê “emîr" wekî "serok” hatibû guhertin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst