Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Davutoglu, li navenda giştî ya partiya xwe bi Serokê Giştî yê Komela Dadgeriya Kurdistanê Elî Bapîr û şandeya pê re civiya.
Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu derbarê hevdîtinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
Ahmet Davutoglu di daxuyaniyê de got:
“Beriya serdana xwe ya herêmê ya ji bo Foruma MEPS 2025an ku ez dê 18ê Çiriya Paşîn li Dihokê beşdar bibim û axaftinekê bikim, em li Navenda xwe ya Giştî bi Serokê Giştî yê Partiya Komela Dadgeriya Kurdistanê Rêzdar Elî Bapîr û şandeya pê re civiyan.
Me derbarê pêşhatên dawî yên li herêmê û aliyên herêmî yên pêvajoya Tirkiyeya Bêteror a ku tê meşandin de bi awayekî berfireh nêrîn û ramanên xwe gotûbêj kirin.”
18 Kasım’da Duhok’ta benim de katılıp bir konuşma yapacağım MEPS 2025 Forumu vesilesiyle bölgeye yapacağım ziyaret öncesinde Kürdistan Adalet Topluluğu Partisi Genel Başkanı Sayın Ali Bapir ve beraberindeki heyet ile Genel Merkezimizde bir araya geldik.
— Ahmet Davutoğlu (@Ahmet_Davutoglu) October 30, 2025
Bölgedeki son gelişmeler,… pic.twitter.com/V1LvBsk89l
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse