Birîndarekî topbarana Zirganê: Li ser hev top diketin, qet derfet nedidan mirov

19-08-2021
Nalîn Hesen
Birîndarê topbarana Zirganê, Dawûd Derwîş ku niha li Nexweşxaneya Gel a Hesekê tê dermankirin, roja Çarşemê 18ê Tebaxa 2021. Wêne: Rûdaw TV
Birîndarê topbarana Zirganê, Dawûd Derwîş ku niha li Nexweşxaneya Gel a Hesekê tê dermankirin, roja Çarşemê 18ê Tebaxa 2021. Wêne: Rûdaw TV
Nîşan Rojava Zirgan Heseke
A+ A-

Heseke (Rûdaw) – Di topbarana li ser bajarokê Zirganê de 2 kes hatin kuştin û 15 kes birîndar bûn. Niha 8 ji wan birîndaran li Nexweşxaneya Gel a Hesekê ne, perestarekî nexweşxaneyê dibêje, rewşa 7 ji wan birîndaran baş e, lê yek ji zarokan ku parçeyekî topê di qirika wî de maye, hinekê rewşa wî metirsîdar e.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar, ji êvara Sêşemiyê ve bajarokê Zirganê yê li herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê bi giranî topbaran kirin. Topbaranê heta roja Çarşemê jî dom kir. Di encama topbaranê de 2 welatiyên sivîl, jinek û zarokek, hatin kuştin û 15 kes birîndar bûn.

Birîndarên wê topbaranê bo nexweşxaneyên Dirbêsiyê, Qamişlo û Hesekê hatine veguhastin û têne dermankirin, li gor zanyariyan rewşa piraniya wan baş e.

Heşt ji birîndarên topbarana ser Zirganê bo Nexweşxaneya Gel a Hesekê hatine şandin. Fehîme Elo, yek ji birîndarên topbarana ser bajarokê Zirganê ye. Temenê wê 55 sal in, dema hewl daye keça xwe rizgar bike, ji zikê xwe birîndar bûye û li Heseke neştergêrî jê re hat kirin û rewşa wê niha baş e.

Barzan, Hevjînê Fehîme Elo derbarê dema topbaranê de ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Ez li cem mala cîranê xwe bûm, derdora saet 9:00, an 8:30 û 9:00 (şev) bû, keçika min bi min re axivî û got dayika min hawin li zikê wê ketiye, min nikaribû bigihiştibam, piştî çarêkekê ez çûm û me otomobîl anî û me ew bilez şand. Derdora nîv saetî dom kir ez bêjim hema hema 50 top avêtin bajarokê Ebû Rasêyn (Zirgan).”

Dawûd Derwîş ê 65 salî û du kesên din ji malbata wî birîndar bûne. Keça wî Narîman a 30 salî û neviya wî Gulistan a ku temenê wê salek û 6 meh in, herdû jî hatin çareserkirin û ji nexweşxaneyê derketin.

Dawûd Derwîş ji Rûdawê re dema birîndarbûna xwe dike û dibêje: “Ez li xanî û qata duyem bûm, topbaraneke ecêb û seyr bû, ne derfet didan mirov ku bireve û rêyekê ji xwe re bibîne. Me zarok ji qata jor daxistin binî û me ew birin jêrzemînê, ditirsiyan. Ez dengê zarokan ji derve dibihîsim, ez ji jêrzemînê derketim, min ew dîtin, min bang li wan kir, werin werin, digiriyan, zilam jî, min nizanîbû ka berî vê çi bi serê wan hatibû li malê. Xwedê hema di vê demê de du hawin hatin û li cihê wan ketin, eger du saniye berî vê virde nehatibana, ew dê gişt bihatibana kuştin.”

Di topbarana şeva bûrî ya bajarokê Zirganê de, li gor HSDê 2 kesan canê xwe ji dest dane û 15 kesên din jî birîndar bûne, piraniya wan jî jin û zarok in. Yek ji wan jî Ebdulla Yûsif ê 9 mehî ye ku dê û bavê wî jî birîndar in û li nexwexaneyeke Qamişlo ne.

Ferhan Îsa, perestarê Nexweşxaneya Gel a Hesekê ku serperiştiya dermankriina birîndarên Zirganê dike, ji Rûdawê re got: “Birîndar vê derê 8 kes gihîştin ba me, li Nexweşxaneya Gel, û li Dirbêsiyê jî 7 kes çûne wê derê. Rewşa birîndaran ên Dirbêsiyê haya min jê tune ye ka çawan in, lê yên vê derê li Hesekê, rewşa wan baş e, tenê lawikek ku perçeyên tope di qirika wî de bû, rewşa wî nebaş bû.”

Şeva Sêşemê 17ê Tebaxê derdora demjimêr 21:00, artêşa Tirkiyê û komên çekdar gundên Bab el-Xêr, Derdare û navenda bajarokê Zirganê topbaran kirin. Li gor zanyariyên taybet bi Rûdawê, zêdetir ji 45 topan li wan cihan ketine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst