Hewlêr (Rûdaw) - Kurdek li Neteweyên Yekgirtî postekî pilebilind werdigire û dibe cîgirê serokê kongreya salane ya Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomî.
Nûnerê dayîmî yê Iraqê li Neteweyên Yekgirtî Bekir Fetah Husên weke cîgirê serokê kongreya salane yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomî hat hilbijartin.
Bekir Fetah ji Rûdawê re ragihand ku kongreya salane ya Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî, salane desteya wê ya serokatiyê tê hilbijartin, li gor cografyê postên serokatiyê têne dabeşkirin û îsal postên serok û cîgir bo Başûrê Asya û Rojhilata Navîn bû, ku serok bo Kuweytê hat dayîn û cîgir jî bi Iraqê hat dayîn.
Bekir Fetah got jî, wergirtina vî postî bi koma dengan bû û dê di vê heftiyê de dest bi kar bike, karên kongreyê jî diyarkirina budceya salane ye, pirsgirêkên navçeyê û cîhanê gotûbêj dike û piştre raporekê dide Neteweyên Yekgirtî.
Bekir Fetah Husên Kî ye?
Bekir Fetah Husên di sala 1957an de li Silêmaniyê ji dayîk bûye, zweicandî ye û bavê du zarokan e.
Di sala 1978an de li Zanîngeha Slêmanê beşa kîmyayê qedand
Balyozê balyozê berê yê Iraqê li Swêdê bû
Nûnerê daîmî yê Iraqê li Netewê Yekgirtî
Ji xeynî zimanê Kurdî û Erebî bi Îngilîzî, Îspanî, Farsî û Îtalî dizane.
1989 – 1992 nûnerê Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê (YNK) li Îranê
1994 – 1998 nûnerê Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê li Îspanyayê
1999 – 2009 endamê encumenê netewa Kurdistanê - Iraqê
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse