Bingeheke leşkerî ya Amerîkayê li navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de li rojhilatê Sûriyê.
Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Amerîkayê ragihand, bi sê mûşekan êrîşî bingeha wan a leşkerî ya li gundê Xedra (Kesk) ê li rojhilatê parêzgeha Dêrezorê û li navçeya di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hatiye kirin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê, îro Duşembê 19ê Îlonê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku êrîş êvara duh 18ê Îlonê û di demjimêr 19:05 bi dema Sûriyê de hatiye pêkanîn.
CENTCOM diyar kiriye, “Roja 18ê Îlonê nêzî demjimêr 19:05 êvarê bi dema Sûriyê êrîşeke mûşekî ya li ser bingeha gundê Kesk li Bakurê Rojhilatê Sûriyê rastî şikestinê hat û nekarî hêzên Amerîkayê, hevpeymanan an jî kelûpelên serbazî bike armanc.”
Bingeha leşkerî ya Amerîkayê ya li gundê Xedraa (Kesk) dikeve nêzî kêlgeha neftî ya Heql el-Omer a li rojhilatê parêzgeha Dêrezorê. Ew navçe di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye û hêzên Amerîkayê lê hene.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê daye xuyakirin, ku êrîş bi “3 mûşekên ji corê 107 mm” hatiye kirin û destnîşan kiriye, “mûşekek din jî bi dûrahiya 5 km ji bingehê li cihê avêtinê hatiye dîtin.”
Ev êrîş di demekê de ye ku heman bingeha leşkerî roja 16ê vê mehê jî rastî êrîşê hatibû.
Li gor daxuyaniya CENTCOMê, hêzên Amerîkayê li Bakur Rojhilatê Sûriyê derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.
Pêştir jî li dijî wê bingeha hêzên Amerîkayê êrîş hatibûn kirin; roja 24ê Tebaxê du bingehên artêşa Amerîkayê hatibûn armanckirin, di wê êrîşê de kêlgeha gazê ya Konîko û gundê Kesk li sînorê Dêrezorê hatibûn mûşekbarankirin û di encamê de 3 serbazên Amerîkî birîndar bûbûn.
Di bersiva wê êrîşê de, roja 25ê Tebaxa 2022an artêşa Amerîkayê ragihand ku li bakurê rojavayê Sûriyê bi helîkopterên Apache, firokeyên cengî yên AC-130 û topa M777 êrîşî ser hêzên nêzîkî Îranê kirine û di encamê de 4 çekdar kuştine û 7 mûşekavêj jî têkbirine.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê wê demê di daxuyaniyekê de hişyarî dabû û gotibû, her grûpek êrîşî leşkerên me bike, dê neyê parastin û tekez kiribû, “em dê hemû rêkarên pêwîst ji bo berevaniya li hemwelatiyên xwe bikar bînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse