Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Grand Blanc ê eyaleta Michiganê ya Amerîkayê, kesekî çekdar êrişî dêrekê kir û di encamê de kesek hat kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.
Êrişkar jî di nav de, bi giştî 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Bûyer îro Yekşemê, 28ê Îlona 2025an, derdora saet 10:25an li Dêra Îsa Mesîh a Pîrozên Rojên Dawî (Dêra Mormon) qewimî.
Êrişkarê 40 salî, pêşî bi otomobîla xwe li deriyê dêrê qelibî û ket hundir.
Piştre ji otomobîlê peya bû û bi çekê gule li sedan kesên ku di nav ayînê de bûn reşandin.
Êrişkar her wiha agir berda dêrê jî.
Şerîfê Herêma Genesee Chris Swanson ragihand ku piştî êrişê "tevahiya dêrê di nav agir de mabû".
Ki gorî zanyariyan di êrişê de herî kêm10 kes birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê, lê yek ji wan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku rewşa hinek birîndaran giran e û zarok jî di nav birîndaran de hene.
Polîsê Grand Blancê ragihand ku êrişkar di pevçûna bi polîsan re hatiye kuştin û êdî ti gef li ser xelkê nemaye.
FBI û Buroya Alkol, Tûtin, Çek û Teqemeniyan (ATF) jî ji bo alîkariya polîsên herêmî çûne cihê bûyerê.
Ji bo malbatên ku li dêrê bûn jî navendeke hevdîtinê hatiye avakirin.
#VÎDEO - Li eyaleta Michiganê ya Amerîkayê di dema ayîna yekşemê de êrişî dêrê hat kirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 28, 2025
Di êrişê de gelek kes birîndar bûn û êrişkar jî hatiye bêbandorkirin pic.twitter.com/0TYTzeS196
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse