Civatên Aştiyê yên Amedê dest pê dikin

19-09-2025
RÛDAW
Nîşan Civatên Aştiyê yên Amedê Amed Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê “Civatên Aştiyê yên Amedê” dest pê dikin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi armanca ku aştî bi hemû aliyên xwe ve were axaftin projeyeke nû amade kiriye.

Şaredarî bi armanca ku xelk, bawerî û çandên cuda bîne cem hev û aştiyê bi hemû aliyên wê ve gotûbêj bike, dest bi projeyeke nû ya bi navê “Civatên Aştiyê yên Amedê" dike.

Tê plankirin ku çalakî 7 mehan bidomin û ya yekem dê 28ê Îlonê were lidarxistin.

Di çarçoveya projeyê de dê ji aliyên cuda xel, bawerî û çandên cuda bên cem hev û mijara aştiyê bi hemû aliyên wê ve gotûbêj bikin.

Di projeya ku armanca wê "eşkerekirina êşên rabirdûyê û nîqaşkirina derfetên jiyaneke hevpar a di nav aştiyê de" ye, dê siyasetmedar, nivîskar, akademîsyen û kesên ji aliyên cuda yên civakê cih bigirin.

Koçberî û astengiyên li pêşiya vegerê

Di hevdîtinan de, bandorên koçberiyê yên li ser civakê, astengiyên ewlehî, aborî, hiqûqî, civakî û siyasî yên li pêşiya kesên ku dixwazin vegerin tax, gund û bajarên xwe dê werin gotûbêjkirin.

Tê plankirin ku çalakî mehê carekê werin lidarxistin û dê 7 mehan bidomin.

Hevdîtina yekem 28ê Îlonê ye

Çalakiya yekem dê bi piştgiriya Komeleya Çavdêrî û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Mezopotamyayê were lidarxistin.

Çalakiya bi navê "Koç, Veger û Aştî" dê li navçeya Sûrê li Koşka Cemîlpaşa 28ê Îlonê, di navbera saet 16:00-18:00an de were lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst